Vê carê Libnanî ji şer direvin Sûriyeyê: ‘3 roj in di rê de ne!’

6 demjimêr berê
RÛDAW
Xelkê ji Libnanê berê xwe da Sûriyeyê/Wêne: Ji ber dîmenan
Xelkê ji Libnanê berê xwe da Sûriyeyê/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Sûriye Libnan Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koçberên Sûriyeyî vê carê jî di Deriyê Sînorî yê Cideydet Yabûsêre ku di navbera Sûriye û Libnanê de ya vedigerin welatê xwe.

Koçberên Sûriyeyî yên ku berê xwe dabûn Libnanê ji ber gefên Îsraîlê vedigerin welatê xwe.

Ji bilî wan koçberan bi hezaran Libnaniyan jî xwe ji bo çûyîna Sûriyeyê amade kiriye.

Koçberê Sûriyeyî Ehmed Helebî li ser rewşa dawî got:

“Sala 2014an min ji ber şer Sûriye bi cih hişt. Em çûn başûrê Libnanê û li wê derê man û em li wir xebitîn.

Piştre li başûrê Libnanê şer dest pê kir. Gelek êriş û wêrankarî li navçeyê hebûn.

Ji ber wê me ew der jî bi cih hişt. Em gelekî bi zehmetî jê derketin. Ev 3 roj in em di rê de ne.”

“4 saet in em li ser sînorê Sûriye û Libnanê ne”

Hefteyek e bombebaranên Îsraîl û Hizbulahê yên li ser hev zêde bûne.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ji roja duşemê ve nêzîkî 100 hezar Libnanî koçber bûne.

Her wiha li gorî Hikûmeta Libnanê zêdeyî 1,5 milyon koçberên Sûriyeyî li Libnanê hene.

Çûyîna Libnaniyan a Sûriyeyê di demekê de ye ku ew der jî bi koçberên şerê navxwe tijî ye.

Koçberê Libnanî Husên Ebdullah jî anî ziman:

“Em hatine vê derê ji ber ku dema dawî ya valakirinê nêzîk bû.

Em hatin agahdarkirin ku herêmê bi cih bihêlin. Em ji ber wê hatin.

Ev 4 saet in em li ser sînorê Sûriye û Libnanê ne.”

Ji ber êrişên Îsraîlê yên vê dawiyê li Libnanê zêdetirî 620 kesî hatine kuştin û zêdetirî hezar û 835 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst