Hejmara çekdarên biyanî li Iraq û Sûriyê
Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara çekdarên biyanî yên ku çûne Iraq û Sûriyê û li wir şer dikin zêdetirî 30 hezar kesî ye.
Dezgehên îstixbaratê yên Amerîka ragihandin ku, ji sala 2011an de nêzîkî 30 hezar çekdaran berê xwe dane Iraqê û Sûriyê bûne, ji wan jî 250 kes ji Amerîkayê ne.
Li gorî raporên wan dezgehan, ew çekdarên biyanî ji 100 welatên cîhanê ne.
Tê zanîn ku çend rêxistinên tundrew li Iraq û Sûriyê hene ku şer dikin û par rayedarên Amerîka jî ragihandibûn, ku 15 hezar çekdarên biyanî li wan herdu welatan hene û ew jî ji 80 welatên cîhanê ne.