Koçberên Efxan ên kal di navbera koç û mirinê de

27-08-2021
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Bi sedan temenmezinên Efxanî, kalemêr û pîrejin koçberî Tirkiyê bûne
Bi sedan temenmezinên Efxanî, kalemêr û pîrejin koçberî Tirkiyê bûne
Nîşan Efxanistan Tirkiye Koçber
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Xelkê Efxan û welatê wan ev demek e li serê rojeva cîhanê cihê xwe girtiye. Hatina Talîbanê, hewla welatên din û hêzên gerdûnî da digel xwediyên nû yên wî welatî pêwendiyan dêynin.

Li hêlekê jî cîhan giringiya herî zêde bi koçberbûna Efxanan dide. Her roj be sedan koçber ku hema bêje temamê wan ciwanan xwe li sînorên çendîn welatan diqelibînin. Lê kesên ku koç dikin tenê ciwan nîn in.

Bi sedan temenmezinên Efxanî, kalemêr û pîrejin jî beriya ku xatir ji jiyanê bixwazin û divê jiyaneke asantir bo wan hebe, li xerîbiyê asê mane. Hinekê wan sed salî ne û li Tirkiye dimînin. Nexweş in, çavên wan nabînin û ji bo kû nasnameyên wan nîn in jî nikarin xwe bigihînin bingehên tenduristiyê.

Temenmezinên Efxanî di rojeva cîhanê de nîn in lê demûdewranên wan ên dawîn bi kerb û keser derbas dibin.

Ew kalemêrê temen 65 salî koçberekî Efxanî ye. Beriya ku Talîban destewerdana Efxanistanê bike, war û welatê xwe hiştiye û xwe li sînor û rêyên koçê qelibandiye. Pêşî Îran, pişt re jî Tirkiye. Hemû temenê wî li Mezari Şerîf derbas bûye. Di temenê xwe de serdema komarê, hatina Rûsan, ya Amerîkiyan, Talîban û herwekî din. Lê heta ku talîban ji nû ve bê terka welatê xwe nekiriye. Lê niha ew jî divê jiyana xwe ya kal û giran weke koçberekî derbas bike.

Mûrad, Temenmezinekî Efxan, dibêje, “Jiyana me bi revê derbas bû. Li cihekî şer dibû em neçar direvîn dereke din. Her wisa bû. Talîban wê çi bike wê herkesî bikujin. Kî li ber wan dengê xwe bilindke dawiya wan mirin e. Xizan û bêçare kî hebin dikujin.”

Efxanistan demeke dirêj e di rojeva cîhanê de ye û diyar e wê her jî bimîne. Xala ku cîhan herî zêde pê eleqedar e bêguman koçberbûna xelkê Efxan e. Lê fokûsa herkesî li ser wê ye ku tenê ciwanên Efxanî koç dikin. Di bala kesî de ew kalemêrên ku bêyî gopel nikarin rabin ser xwe nîn in. Dest û çavên wan ên qirmiçî êdî bi şikestina hêviyên dawîn, têrî bicînanîna pêdiviyên wan ên rojane jî nakin.

Taj Mihemed yê temen 81 salî dibêje, “Ez bi qaçaxî hatim vir. Talîban dikuje dema ku hatin ser. Ê ku serê xwe rake dikujin. Ger dengê nekî û serê xwe bitewînî kêşe nîn e. Me jî li wir bax û bexçe û mal hebûn. Lê li me wisa hat. Daxwaza me ew e ku nasnameyekê bidin me. Bo kesên nexweş, ên kor û kal em vê dixwazin.”

Tirsa ku Talîbanê xistiye pişta pan ji her gotin û awirên wan ve diyar in. Ji kuştina wan xilas bûne lê li xerîbiyê jî nexweşî û kalbûn rêya wan digire.

Şewalî yê temen 75 salî dibêje, “Em ji wan reviyan. Em ji DAIŞan reviyan ji şer reviyan. Ewê bikujin. Kesekî nahêlin. Helbet jiyan li vir zehmet e. Penaberbûn û bêperetî gelekî zehmet e.”

Pirê wan ji çavan ve bi gazinc in. Temenê hinekan gihîştiye sed saliyê. Ne nasnameyên wan hene da biçin nexweşxaneyan, ne jî pere bidest dikeve da li gor pêwîstiya kalbûnê bixwin û vexwin. Temenmezinên Efxanisatnê, diyar e tenê hatine bîra Talîban e.

Hec Peremkol ê temen 100 salî dibêje, “Ez tenê dikarim nimêja xwe bikim. Şer hat û em reviyan. Halê me ne tu hal e.”

Li gor amarên fermî hejmara Efxanên ku hatina nava Tirkiye zêdetir bûye ji 300 hezarî. Lê li gor raporên saziyên di nava du salan de cihê, nêzikî 2 milyon kes ji Îranê ve ketine nava Tirkiye.

Kêşeya penaberên Efxanî hêdî hêdî dibe girfekeke nû di nava dewletan de. Lê tu girêfek û tu çareserî xema Temenmezinên derbiderbûyî yên Efxanî li xwe nahewîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst