Falih Feyaz nameyeke Kazimî gihande Beşar Esed

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz serdana Şamê kir û nameyeke Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî radestî Serokê Sûriyê Beşar Esed kir.

Li gorî daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya Falih Feyaz, Serokê Desteya Giştî ya Heşda Şeibî roja Çarşemêli gel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiyaye û nameyeke Kazimî radestî wî kiriye.

Serdana Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz bo Şamê di demekê de ye, ku Mistefa Kazimî di heftiya bihorî de serdana Amerîkayê kiribû û roja Duşemê jî li Emman a paytexta Urdinê, beşdarî lûtkeya 3 alî ya Iraq, Urdin û Misrê bibû.

Herwiha serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku nameya Kazimî behsa berdewamiya şêwir û hemahengiyê di navbera Bexda û Şamê de bi taybet derbarê rewşa siyasî û emnî ya li navçeyê dike.

Falih Feyaz take serkirdeyê Iraqî ye, ku eşkere Falih Feyaz take serkirdeyê Iraqî ye, ku eşkere serdana Şamê dike, û pêwendiya wî ya bihêz li gel Beşar El-esed heye, ku berê şêwirmendê asayîşa niştîmanî ya Iraqê bû, û çend caran seredana Şamê kiribû.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Lîwa Tehsîn Elxefacî ragihand, ku wê navenda emnî ya hevbeş di navbera Iraq, Iran, Sûriyê û Rûsya de berdewam be.

Elxefacî eşkere kir, ku ew navenda hevbeş, li wezareta bergiriya Iraqê ye, û erkê wê bihevguhertina zaniyaran û hemahengiya di navbera her çar welatan de ye, û li ser bingeha bihevguhertina zaniyariyan ji bo rûbirûbûna DAIŞê berdewam be.

Herwiha da zanîn, ku ev navend liv û tevgera DAIŞê li Sûriyê û Iraqê dişopîne.