Êrişî Girên Colanê hat kirin: 10 Îsraîlî hatin kuştin

27-07-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hizbullah Libnanê Girên Colanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrîşa bi muşekan a li bajaroka Mecdel Şemsê ya li Girên Colanê ya bin kontrola Îsraîlê de 10 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Serwêsa Alîkariya Acîl a Îsraîlê Stêrka Sor a Dawud di êrişa ku birin ser bajaroka Mecdel Şemsê ya li Girê Colanê ya li bakurê Îsraîlê 10 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.

Piraniya navçeyê Durzî ne û muşek sehayeke futbolê ket.

Di nav kesên hatin kuştin de zarok jî hene.

Herwiha hat zanîn ku rewşa 6 birîndaran dijwar e.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku "di encama îstixbarata di destê wan de û nirxandinên kirin de" ji êrişê Hizbullaha Libnanê berpirsyar e.

Hizbullaha Libnanê jî îdiayên dibêjin ku êrişa li Mecdel Şemsê hat kirin bi destê wan hatiye kirin red kir.

Hizbullaha Libnanê got ku ti peywendiya wan bi bûyerê re nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst