Serdana Sîsî ya Tirkiyeyê hat paşxistin

27-07-2023
RÛDAW
Nîşan Misir Tirkiye Ebdulfettah Sîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar bû Serokkomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî îro serdana Tirkiyeyê bike lê serdan hat paşxistin û ne diyar e dê kengî bê kirin.

Li gorî agahiyan, Serokkomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî ji ber beşdarbûna Lûtkeya Rûsya-Afrîkayê serdana xwe ya Tirkiyeyê bi paş xistiye.

Di vê derbarê de çavkaniyeke dîplomatîk ji Al-Ain Newsê re got, Serokkomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî ji ber ku beşdarî Lûtkeya Rûsya-Afrîkayê ya li St.Petersburgê dibe, serdana xwe ya Tirkiyê bi paş xistiye.

4ê Tîrmeha Tirkiye û Misrê daxuyaniyeke hevbeş dabû û ragihandibûn ku wan biryar daye peywendiyên xwe yên dîplomatîk di asta balyozan de bilind bikin û her du welatan balyozên nû destnîşan kirin.

Ev pêngava her du welatên navborî piştî 13 salên binakokî hat avêtin.

Herwiha 6ê vê mehê jî hatibû ragihandin ku dê Sîsî 27ê mehê serdana Tirkiyeyê bike û bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive lê serdana Serokkomarê Misrê hat paşxistin.

Balyozê Tirkiyeyê yê Qahîreyê Salih Mutlu Şen jî ragihand ku hevdîtina Erdogan û Sîsî dê di demeke nêzîk de çêbibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst