46 Kurdên Rojavayî li Iraqê girtî ne: Metirsî heye ku bêne dersînorkirin

27-07-2023
RÛDAW
Nîşan Penaberên Rojavayê Kurdistanê Bexda Dersînorkirin Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî 4 mehan e 46 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li Bexdayê girtî ne û metirsî heye ku ev 46 kes bêne dersînorkirin.

Serkterê Partiya Demkorata Kurd li Sûriyeyê (PDK-S) Behcet Beşîr ragihand ku 71 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di girtîgehên Bexdayê de hebûn lê hinek ji wan hatine berdan û hinek jî radestî Sûriyeyê hatine kirin û niha 46 kes di girtîgehê de mane.

Behcet Beşîr ji Rûdawê re got ku eger Bexda wan radestî Şamê bike wê demê dibe ku metirsî li ser jiyana wan çêbibe.

Beşîr da zanîn ku wan li gel rêxistinên navdewletê peywendî danîne da ku bikarin rê li vegerandina wan welatiyên Rojavayê Kurdistanê bigirin.

Ofîsa PDK-S eşkere kir ku bi alîkariya rêxistinên navdewletî û Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 24ê vê mehê 7 koçberên Rojavayê Kurdistanê hatin rizgarkirin lê heya niha gelek kes mane.

Li gorî zanyariyên Ofîsa PDK-Sê hatine wergirtin roja Çarşemî jî 17 koçber hatine agahdarkirin ku dê bi rêya Balafirxaneya Bexdayê  wan bişînin Şamê ku ev jî dibe metirsî liser jiyana wan.

11 Penaberên Rojavayê Kurdistanê ji Bexdayê hatin dersînorkirin Şamê

Li gorî zanyariyên Rûdawê, 11 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê li Balafirxaneya Bexdayê ne û biryar e bêne dersînorkirin.

Malbatên girtiyên ku dê ji bo Sûriyeyê bên şandin, bi rêye Rûdawê bang li Serok Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku xizmên wan ji vegerandina Sûriyeyê rizgar bikin.

Ew penaberên ji Rojavayê Kurdistanê ji ber ku bi îqameyên Herêma Kurdistanê çûbûne Bexdayê hatibûn girtin.

Li gorî yasayên Iraqê, penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê yên ku ji Herêma Kurdistanê derbasî nav axa Iraqê bûne nikarin derbasî herêmên di bin kontrola Hikûmeta Iraqê de bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst