Netanyahu: Artêşa Îsraîlê amade ye bersiva her êrîşekê bide

27-07-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hefteyek piştî aloziyên ser sînorê navbera Îsraîl, Lubnan û Sûriyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku artêşa welatê wî amade ye bersiva her êrîşekê bide.

Benjamin Netanyahu herwiha tekez kir, ew rê nadin “gef” li welatiyên wan bên xwarin.

Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê jî ragihandiye, ku hêzeke zêdetir a serbazî şandiye ser sînorê bakurê welatê xwe û ew jî piştî wê yekê tê ku hefteya derbasbûyî di êrîşeke esmanî de çekdarekî Hizbullahê ligel 4 çekdarên din ên biyanî li nêzîkê Firokexaneya Navdewletî ya Şamê hatin kuştin ku tê gotin êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.

Hizbullah li beramber kuştina çekdarên xwe li Sûriyê, gefa tolhildanê li Îsralê dixwe.

Serokwezîrê Îsraîlê, Netanyahu dibêje: “Derbarê sînorê bakur de, em li gor siyaseteke cîgir tevdigerin ku rê nade Îranê bi awayekî serbazî were ser sînorên me yên bakur. Lubnan û Sûriye berpirs in li beramber her êrîşekê ku ji nav axa wan li dijî Îsraîlê were kirin. Em nahêlin aramiya me were têkdan û rê nadin gef li welatiyên me bê xwarin. Em ligel Wezîrê Berevaniyê û Serokerkan rewşê dinirxînin. Hêzên berevaniyê yên Îsralê amade ne bersiva her êrîşekê bidin.”

Herwiha Îniya bihorî, Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê ragihandibû ku ji nav axa Sûriyê firokeyeke wan a cengî bi mûşekekê hatiye armancgirtin, lê mûşek li nav axa Îsraîlê ket xwarê.

Di encama ketina wê mûşekê de zirar gihîştibû otomobîl û xaniyên welatiyan, lewma artêşa Îsraîlê bi rêya helîkopterên cengî çend pêgehên serbazî li başûrê Sûriyê bombebaran kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst