Li Hewlêrê komxebatek derbarê destûra nû Sûriyê de birêve çû

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi amadebûna nûnerên civaka sivîl û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanêm Rêxistina Berçav komxebatek saz kir û têde Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyê Enwer Mecnî di derbarê karê komîteyê de axaftinek pêşkêş kir.

Di komxabetê de mafê pêkhateyan di destûra Sûriyê de reng û nasnameya Sûrya bê hate gutûbêjkirin.

Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyê Enwer Mecnî ji Rûdawê re ragihand, rêjeya Kurdan di komîteyê de gelekî kêm e.

Di derbarê gera bê ya civînên Cinêvê de, Mecnî diyar kir ku ti sozeke nû ji bo civînan tune ye û di dema borî de hikûmeta Sûriyê astengî derdixist, ji bo ku hilbijartinên serkomariyê birêve bibe û rewşa defakto ferz bike.

Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyê Enwer Mecnî got: “Me dît di pêkanîna komîteya destûrê de, nûnerayetiya Kurdan lawaz e, vê hişt ku ez bikevin têkeliyê ligel pêkhateya Kurd û ez bêm Hewlêrê, divê em li metirsî û daxwazên wan di destûra nû de guhdar bikin û weke civaka sivîl, ev rola me ye. Bê guman îro di proseya destûrî de tevî ku Sûrî-Sûrî ye lê destêwerdana navdewletî jî heye, ku ev jî bandora xwe dike, bi her hal weke yasanas û berê li navçeyeke Kurdî li Efrînê dadwer bûm, ez ji metirsiyên Kurdan, berjwewendiyên wan têdigihêjim.”

Enwer Mecnî herwiha tekez kir ku destûra nû ji bo ku bibe pirek ji bo aştiyê divê têbîniya hemrengiya civaka Sûrî bike û di naveroka destûr de îtîrafê pê bike û wiha pê de çû: “Tevî derbasbûna 5 geran û niha em li benda gera şeşem in, di gerên berê de rêjîma Sûriyê hin mijaran dixist rojevê ku ne li gor naverokên detsûrî bû, yên weke cezakirin û dagîrkariyê, ez bawer dikim rêjîm dixwest demê wenda bike ji bo ku hilbijartinan lidar bixe û rewşa defaktor li ser civaka navdewletî ferz bike. Lê biryara 2254an zelal e ku behsa hilbijartineke din dikir, hilbijartinek li gor destûra nû û bi serperştiya Netewên Yekbûyî û beşdarbûna welatiyên Sûrî yên derve bê kirin.”