Îmarata Erebî hilbijartinên serokatiya Sûriyê li ser xaka xwe red kirin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku Îmarata Erebî rê li ber beşdarbûna welatiyên Sûriyê di dengdana bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê de girt û got ku Îmarat jî bû beşek ji "Koma welatên plangêr" li dijî Sûriyê.


Di daxuyaniyekê de ku li ser Ajansa Sûriyê ya fermî (SANA) hatiye belavkirin, hatiye ku 30 hezar welatiyên Sûriye li Îmaratê navên xwe ji bo beşdarbûna dengdanê tomar kirine lê Îmaratê rê li ber wan girt.


Bi vî awayî Îmarat ligel her yek ji Erebistana Siûdî, Qeter, Kuwêt, Lîbya û Tûnis dikeve lîsteya welatên Erebî yên ku nahêlin hilbijartinên serokatiya Sûriyê li ser erda wan bên lidarxistin.


Berî niha jî Fransa, Belcîka û Almanya ragihandibûn ku ew nahêlin hilbijartinên Sûriyê li ser erda wan birêve biçin.


Biryar e hilbijartinên serokatiya Sûriyê di 3ê Hizêranê de birêve biçin tevî ku Netewên Yekgirtî û welatên rojava encamdana wan hilbijartinan bi tundî rexne dikin.