Ramî Hemdillah wê car din serokatiya hikûmeta Filestînê bike


Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Fetih û Tevgera Hemas ên filestînî li ser wergirtina posta serokê hikûmeta Filestînê ji aliyê Ramî Hemdillah ve li hev kirin.

Berdevkê Tevgera Hemasê Samî Ebû Zuhrî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ligel Tevgera Fetih rêkeftine ku serokê niha yê hikûmeta Filestînê Ramî Hebdillah, serokatya hikûmeta bê jî bike.

Ebû Zuhrî diyar kir ku berpirsên her du tevgeran wê îro car din li Xezaya Filestînê bicivin ji bo ku danûstandinên avakirina hikûmetê berdewam bikin.

Duh duşemê berpirsê lihevahtinê di Tevgera Fetih de Ezam el-Ehmed gihişte Xezayê ji bo ku danûstandinên dawî derbarê avakirina hikûmeta nû de ligel berpirsên Hemasê pêk bîne.

Ezam el-Ehmed di destpêka serdana xwe de got ku ew pêşbînî dike hikûmeta lihevahtina niştimanî ya Filestînê roja pêncşem an jî şemiyê bê ragihandin.

Tevgera Hemas û Rêxistina Rizgarkirina Filestînê roja 23yê nîsanê peymana lihevahatinê îmze kirin û derbarê avakirina hikûmeta nû di nava 5 heftiyan de û encamdana hilbijartinan piştî 6 mehan ji avakirina hikûmetê de li hev kirin.