Pisporê Rûs: Rûsya dikare li Tirkiyê piştgiriya Kurdan bike ku bibin xwedî dewleteke serbixwe

Hewlêr (Rûdaw) – Pisporekî serbazî yê Rûsî diyar kir ku Rûsya ji bo rêgiriya Tirkiyê dikare alîkariya Kurdan bike û anî ziman, “Bi nêrîna min, eger Rûsya danpêdana Kurdistana Sûrî bike, ew dê bibe zerbeyek li dijî Hikumeta Sûrî an ku Rûsya pêngaveke wiha navêje. Lê bo nimûne dikare, piştgiriyê bide ku Kurdistana Iraqê serwerî û serxwebûna xwe bi dest bixe. Ev yek pir gengaz e. Her wiha Rûsya dikare piştgiriya Kurdên Tirkiyê bike da ku Kurd li erdê Tirkiyê bibin xwedî dewleteke serbixwe, ev yek jî pir gengaz e.”

Akademisyenê Zanistên Serbazî yê Rûsî Konstantin Sivkov roja Sêşemê ji Rûdawê re ragihand, biryara dawî ya Tirkiyê ya girtina esmanê xwe ji bo firokeyên Rûsî, "gaveke dijminane" ye û diyar kir ku Moskow dikare esmanê Îran û Iraqê weke alternatîf bikar bîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Şemiyê diyar kiribû ku Tirkiyê qada esmanî ya xwe ji bo firokeyên serbazî û sivîl ên ku serbazên Rûsî derbasî Sûriyê dikin girtiye û destnîşan kiribû ku ew berî biryarê bi Rûsyayê şêwirîne.

Akademisyenê Zanistên Serbazî yê Rûsî Konstantin Sivkov roja Sêşemê ji Rûdawê re ragihand ku pêngaveke wiha dijminatî ye.

Konstantîn Sîvkov got, “ Girtina qada hewayî ya Tirkiyê ji bo balalfirên Rûsî ku diçin Sûriyeyê, hem yên serbazî, hem jî yên sîvîl, pêngaveke ne dostane ye ji aliya Tirkiyê ve. Heta pêngaveke dijminane ye. Bi vê pêngavê, Tirkiye hewil dide li gorî derfetên xwe bargehên serbazî yên Rûsyayê yên li Himeymîm û Lasqiyeyê dorpêç bike. Bê guman, di van mercan de derfetên Rûsyayê hene ku bi ser Îran û Iraqê re dehlîzekê ji xwe re veke û pêdawîstiyên teknîkî yên bargehên me yên li wê herêmê dabîn bike. Lê ev dehlîz riya me dirêjtir dike û zehmetir dike.”

Konstantîn Sîvkov li ser têkiliyên Rûsya û Tirkiyê anî ziman, “Bi giştî, tevî hemû sozên ku Erdogan dabû Rûsyayê, tevî dostaniya Erdogan li gel dewleta Rûsya û serokê wê ku sala 2016an Erdogan ji mirinê rizgar kiribû,  ev tevgera Tirkiyê li hember Rûsyayê nemerdî ye. Helwêsta wê li hember Rûsyayê dijminane ye.”

Rûsya piştevanê sereke yê rejîma Sûriyê ye û alîkariya Beşar Esed dike ku li ser desthilatê bimîne tevî serhildana giştî ya sala 2011 û şerê navxweyî.

Konstantîn Sîvkov anî ziman, “Di van mercan de hîç dûr nîne ku Tirkiye dest bi tevgereke ne dostane bike, heta dikare êrîşî bingehên Rûsyayê yên li Himeymîm û Lasqiyeyê bike. Hewil bide karigeriya xwe li Sûriyê zêdetir bike an ku dikare beşekî erdê Sûriyê dagir bike bi bahaneya şerê dijî Kurdan, dikare zêdetir erd têxe bin kontrola xwe. Ji xwe Tirkiye vê gavê beşekî erdê Sûriyê bi awayekî ne yasayî kontrol dike, di bin navê, qaşo kembera ewlehiyê li dijî Kurdên Sûrî de. Lewma jî di van mercan de Federasyona Rûsyayê neçar e ku li hember Tirkiyê tedbîrên hişk bigre; hem tedbîrên serbazî, hem jî yên siyasî.”

Rûsyayê di sala 2015an de piştî ku firokeyeke şer a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve li nêzîkî sînorê Sûriyê hat xistin, bi awayekî demkî têkiliyên xwe bi Tirkiyê re birrî.

Rûsyayê di dawiya meha Sibatê de şer li dijî Ukrayna ragihand û şer berdewam e.

Tirkiye bi Rûsya û Ukraynayê re xwedî têkiliyeke baş e û di navbera her du welatan de ji bo bidawîanîna aloziya heyî, weke navbeynkarekî tevdigere.

Tirkiye piştgiriya komên çekdar ên li Sûriyê dike ku bi salan e şerê rejîma Sûriyê ya bi piştgiriya Rûsyayê dikin.