Netanyahu, Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê ji kar avêt; Xwepêşandan berfireh dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Berevaniyê yê welat Yoav Gallant piştî ku li beramber plana hikûmetê ya ji bo sînordarkirina desthilatê dadê nerazîbûn nîşan da û daxwaz kir, paketa guhertinên di desthilata dadê de bê rawestandin, ji kar dûrxist. Li dijî wê yekê bi deh hezaran xelkê Îsraîlê xwepêşandan kirin.

Piştî ku bi biryara Netanyahu, Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ji kar hate avêtin, bi sedan kes ji bo şermezarkirina biryarê daketin qadan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta Îsraîlê da tê gotin ku Netanyahu Gallant ji kar avêtiye lê nedaye xuyakirin ku li şûna wî kî hatiye erkdarkirin.

Yoav Gallant şeva Şemiyê di peyameke vîdyoyî de têkildarî plana hikûmetê ya ji bo desthilatê dadê hişyarî da û ragihand, kontrolkirina desthilata dadê ji aliyê serokwezîr ve dê zirarê bigihîne ewlehiya Îsraîlê.

Ew çend heftî ne li pey hev xwepêşandanên berfireh li îsraîlê li dijî plana hikûmetê ya ji bo sînordarkirina desthilata dadê tên lidarxistin.

Xwepêşandanên wê carê gelek berfireh in û bûne sedem ku çendîn berpirsên niha û yên berê yên Îsraîlê têkildarî rewşa li wî welatî hişyariyê bidin. Herwiha xwepêşandanên li Îsraîlê yên li dijî hikûmetê bûye sedem ku Waşington jî helwestê nîşan bide.

Fermandarê berê yê Hêza Esmanî ya Îsraîlê, Ethan Ben dibêje: “Netanyahu şerê navxweyî ragihandiye.”

Koşka Spî jî diyar kiriye, ew ji rewşa heyî ya li Îsraîlê gelek dilgiran in û rewşê dişopînin.

Fermandeyekî xanenişîn ên Artêşa Îsraîlê, Yesrael Zef ku pêştir Rêvebirê Operasyonan a Artêşê bûye, ji medyaya welatê xwe re ragihandiye, Niha Îsraîl şahidê dîmeneke dîrokî ye ku weke şoreşê ye.

Wî rayedarî her wiha hişyarî da ku dijminên Îsraîlê dê firsendê bi kar bînin û êrîşî welêt bikin û tekez kir, “Dewlet dikare bi vî rengî hilweşe. Em li ber hilweşînê ne.” Bi gotina Yesrael Zef, Netanyahu berpirsyarê wê rewşê ye.

Berdevkê Civata Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê jî ragihand, rêveberiya Biden ji rewşa niha ya li Îsraîlê gelek dilgiran e û destnîşan kir, divê di zûtirîn dem de li ser wê mijara ku bûye sedema xwepêşandanan, lihevkirin bê kirin.