Li Dubai Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê tê sazkirin

27-03-2022
Mihemed Ibrahîm
Wêne: AP
Wêne: AP
Nîşan Dubai Lûtkeya Guherîna Keşûhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dubaî yê Îmarata Erebî, heftiya bê Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî ya Keşûhewayê tê sazkirin, bo gotûbêjkirina bandora berhemanîna petrol û gazê ku dahateke sereke ya welatên Kendavê ye di guherîna keşûhewayê de li Rojhilata Navîn.

 Dania Cherry, Çalakvan ji Grûpa Navçeya Kesk li Rojhilata Navîn û Afrîqayê (MENA), dibêje, “Navçeya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, ew navçe ne ku bandora guherîna keşûhewayê liser wan heye. Wek bilindbûna asta deryayê, germa zêde, bahoz û sermayê ku berê ne bi vê awayî bû.”

Banka Navdewletî 11 welat destnîşan kirine ku metirsiya kêmbûna avê li ser wan heye, ji wan 6 welat ên kendavê ne ku petrol û gazê berhem tînin. Tevî ku ev welat giringiyê didin mijara parastina jîngehê, lê ew li ser derxistina gaz û petrolê berdewam in.

Dania Cherry, Çalakvan ji Grûpa Navçeya Kesik li Rojhilata Navîn û Afrîqayê (MENA), radigihîne, “Em dizanin ku ev yek bo hinek welatan ne cihê rehetiyê ye, bi taybetî yên ku aboriya wan bi temamî li ser petrolê ye. Hinek ji wan welatan gavên baş diavêjin, lê hê jî divê tiştên zêdetir bên kirin. Sazkirina civînên bi vî awayî li Dubai yan li navçeyê tiştekî baş e.”

Li gor Banka Navdewletî, çar welatên sereke yên ku gaza CO2 berdidin esman Qeter, Kwêt, Behrên û Îmarat in, ku dibe sedema germbûna keşûhewayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst