Mesrûr Barzanî û Hakimê Dubai peywendiyên Kurdistan û Îmaratê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hakimê Dubai û Serokwezîrê Îmaratê Mihemed Bin Raşid îro pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di civînê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hatin gotûbêjkirin.

Şandeke bilind a Herêma Kurdistanê ya bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Şarîqe li gel Hakimê Dubai û Serokwezîrê Îmaratê Mihemed Bin Raşid El Mektûm û li gel Cihnişînê Dubai Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid û Cîgirê Hakimê Dubai û Cîgirê Serokwezîr Şêx Mektûm Bin Mihemed Bin Raşid, Wezîrê Darayî û hejmareke din a berpirsên bilind ên Îmaratê civiya.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de giftugo li ser dawî guhertinên Iraq û navçeyê û pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hat kirin û tekezî li ser girîngiya qayîmkirina dostanî û hevahengiya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê di warên cuda de hat kirin.

Li ser naveroka civînê, medyaya fermî ya Dubai li Twitterê ragihand, giftugo derbarê karkirina hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hat kirin û derfetên geşepêdan û binyatdanan di hemû waran de hatin gotûbêjkirin.

Şanda bilind a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo beşdariya Konferansa Cîhanî ya Enerjiyê li Îmarata Erebî ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 27/03/2022, li Zanîngeha Amerîkî li gel Hakimê Şarîqe Sultan Mihemed Bin Seqir civiyabû.

Serokwezîriya Hikûmeta Herêma Kurdistan duh jî li gel Hakimê Mîrnişîna Reis El-Xeyme El-Qasimî kom bûbû.

Peywendiyeke bihêz a aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de heye. Rêjeya bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de digihije 2.5 milyar dolar. Herwiha 36 kompaniyên Îmaratê li Herêma Kurdistanê kar dikin.