Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Hakimê Şarîqe dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku li gel şandeke biling li Îmarata Erebî ye, îro li gel Hakimê Şarîqe dicive.

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman ji Îmaratê ragihand, şanda bilind a Herêma Kurdistanê ya bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo beşdariya Konferansa Cîhanî ya Enerjiyê li Îmarata Erebî ye. Biryar e konferans rojên 28-29/03/2022 li bajarê Dubai birêve biçe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê îro, 27/03/2022, li Zanîngeha Amerîkî li gel Hakimê Şarîqe Sultan Mihemed Bin Seqir bicive.

Peywendiyeke bihêz a aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de heye. Rêjeya bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de digihije 2.5 milyar dolar. Herwiha 36 kompaniyên Îmaratê li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di heyama birêveçûna Konferansa Cîhanî ya Enerjiyê de, dê hejmareke civînan pêk bîne ku duh jî li gel Hakimê Mîrnişîna Reis El-Xeyme El-Qasimî civiyabû.