Amerîka: 582 kesên Iraqî ji kampa Holê bo welatê wan hatin vegerandin

27-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandeya Navendî ya Amerîka ragihand ku 154 malbatên Iraqî ji Kampa Holê ya lo Rojavayê Kurdistanê bo welatê wan hatine vegerandin.

Fermandeya Navendî ya Amerîka di daxuyaniyekê de got, duh 154 malbatên Iraqî ku ji 582 kesan pêk dihat ji kampa Holê ji bo kampa Cedaa ya Mûsilê hatine vegerandin.

Di daxuyaniyê ea Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla pesna hewla hikûmeta Iraqê da ku şêniyên Holê vedigerîne welatê wan, wan rehabîlîte dike û jinûva entegre dike.

General Michael Erik Kurilla got, "Em ji ber rola wê ya erênî û wêrek a di vê vegerê de Iraqê pîroz dikin."

Di vê derbarê de Kurilla pesna hikûmeta Iraqê li ser vegerandina wan kesan da û rola HSD li ser parastina Kampa Holê bilind nirxand.

Li Kampa Holê bi qasî 50 welatî hin çekdarên biyanî û gelek çekdarên Sûriyeyî û Iraqî hene.

Human Rights Watch dibêje nêzîkî 42 hezar kesên biyanî di kampên Rojavayê Kurdistanê de hene, nêzîkî 27 hezar kes ji wan Iraqî ne, nêzîkî 10 hezar kesên din jî welatiyên nêzîkî 60 welatên din in.

Herwiha 23 hezar welatiyên Sûrî ji malbatên çekdarên DAIŞê li wê kampê dimînin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên civakî yên sivîl gelek car e hişyariyê didin ku rewşa mirovahiyê ya li Kampa Holê her ku diçe xirabtir dibe.

Li gor NYyê li Kampa Holê ya ku kapasîteya wê 10 hezar kes e, ji çend qatan ji vê kapasîteyê zêdetir mirov lê dimînin û piraniya van kesan jin û zarok in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst