Li Sûriyê termê 5 leşkerên Îranê hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Cinazeyê 5 leşkerên Îranê ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de hatin kuştin, bi testa DNAyê hatin tesbîtkirin.
Derbarê vê mijarê de di daxuyaniya nivîskî ya Supaya Pasdaran a Îranê de wiha hat gotin, "Cesedên 5 leşkerên Îranê ku di pevçûnên li Sûriyeyê de canê xwe ji dest dane, bi testa DNAyê hat tesbîtkirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, leşkerên ku nasnameya wan kifş bû, Seîd Ensarî û Meysem Nazarî yên ji eyaleta Tehranê, Hemîd Mihemed Rizayiyê ji Qezwînê, Mihemed Qanberiyan ê ji Sîmnanê û Seyit Cevad Esedi yê ji eyaleta Mazenderanê ne. Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin ku merasim dê hefteya pêşiya me werin lidarxistin.
Li gorî amarên nefermî, hejmara hêzên girêdayî Îranê ku li Sûriyê di şer de hatin kuştin, qedera 2 hezar û 400 kesan e.