Mazlûm Ebdî piştî êrîşa DAIŞê daxuyanî da: Amadekariyên xeternak hene

26-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşa îro ya grûpeke çekdarên DAIŞê li Reqayê daxuyanî da û ragihand, “Agahiyên ku ji Reqayê hatine bidestxistin, amadekariyên xeternak ên şaneyên DAIŞê didin xuyakirin. Divê em tehemul nekin.”

Hejmarek çekdarên DAIŞê îro 26ê Kanûnê di saetên nîvro de li li taxa Diriya ya Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser (Asayişa Rojava) ya li nêzî Nexweşxaneya Wetenî li bakurê rojavayê bajêr kirin.

Li gor agahiyan, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser bersiva êrîşê dane û êrîş têk birine. Lê di êrîşê de 6 kes ji hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û hêzên HSDê canê xwe ji dest dane.

Têkildarî êrîşa îro ya li Reqayê Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Ebdî li ser twitterê daxuyaniyek belav kiriye.

Mazlûm Ebdî ragihandiye, “Em liv û tevgera şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê yên li Reqayê ji nêz ve dişopînin. Îro danê sibê şanên wê avahiyên asayîş û leşkerî li bajêr kirin armanc û di encamê de 6 şervan hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.”

Ebdî dibêje, “Ev tevgerên terorîstî hevdem in ligel gefên berdewam ên Tirkiyê ku ewlehî û aramiya herêmê dike armanc.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha behsa “amadekariyên xeternak” ên DAIŞê kiriye û ragihandiye, “Agahiyên ku ji Reqayê hatine bidestxistin, amadekariyên xeternak ên şaneyên DAIŞê didin xuyakirin. Divê em tehemul nekin.”

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco jî ragihandiye, di êrîşa îro ya li rojavayê Reqayê de “3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 ji hêzên leşkerî (HSD) canê xwe ji dest dane.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst