SANA: Tirkiye çekdarên opozîsyona Sûriyê dişîne Lîbyayê

26-12-2019
RÛDAW
Hejmareke çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve (Wêne: AFP)
Hejmareke çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve (Wêne: AFP)
Nîşan Tirkiye Lîbya Opozîsyona Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Ajansa  SANAyê ragihand ku Tirkiye çekdarên opozisyona Sûriyê ji bo şandina Lîbyayê amade dike.

Ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûriyê aşkere kir, ku artêşa Tirkiyê çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê ji bo şandina Lîbyayê amade dike.

Li gor ajansa navborî, ji her grûpeke çekdar 60 çekdar tên cudakirin û ji bo şandina bo Lîbyayê tên amadekirin.

Li Herîma Efrînê jî, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 4 navendên tomarkirina navên çekdaran ji bo şandina wan bo Lîbyayê vekirine.

Li gor Rewangeha Mafê Mirovan li Sûriyê, her yek ji Firqeya Hemzat, Lîwaya Şamil û Cebhe el-Şamiye li nav bajarê Efrînê, û Lîwaya el-Motesim li gundê Qîbarê ofîsên tomarkirina navên çekdaran vekirine.

Rewangehê diyar kir , ku bi dehan çekdar serdana wan ofîsan dikin û navê xwe ji bo çûna bo Lîbyayê tomar dikin.

Ev di demekê de ye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berî niha çendîn caran aşkere kiribû ku eger daxwaz bê kirin ew amade ne leşkeran bişînin Lîbyayê.

Herwiha parlamentoya Tirkiyê projeyasa rêkevtina hemahengiya li gel Lîbyayê qebûl kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst