Hemasê 17 rehîneyên din radestî Xaça Sor kirin

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Rehîne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Hemasê 14 dîlên Îsraîlî û 3 rehîneyên biyanî radestî rayedarên Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li gorî agahiyên ji Xaça Sor wergirtine, Hemasê 14 Îsraîlî û 3 kesên biyanî, radestî Xaça Sor kirin.

Derbarê regezên wan rehîneyên biyanî ka çi ne û herwiha ka ew 17 rehîneyên navborî yên serbest hatin berdan ji bo çûna Misirê gihiştine Deriyê Sînorî yê Refehê yan na, agahî nehat dayin.

Lîwayên Qesamê ku baskê çekdarî yê Hemasê ye, ragihandibû ku 13 Îsraîlî, 3 Taylandî û Rûsek radestî Xaça Sor kirine.

Piştî hewldanên Qeter û Misirê ku çavdêriya pevguhertina dîl û girtiyan dikin, Hemas razî bûbû hinek rehîneyan berde û Îsraîlê jî qebûl kiribû hinek girtiyên Filistînî berde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst