Hemasê 17 dîl û Îsraîlê jî 39 girtiyên din berdan

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan Şerê Hemas û Îsraîlê Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Hemasê di roja duyemîn a agirbesta 4 rojî de 13 dîlên Îsraîlî û 4 dîl ên Taylandî berdan, Îsraîlê 39 girtiyên Filistînî berdan.

Çekdarên Hemasê derengiya şeva borî karwanê duyem ê dîlên Îsraîlî û biyanî bi rê kir.

Bi vê yekê Hemasê di roja duyemîn a agirbesta di navbera Îsraîl û komên çekdar ên Filistînî de heta bi giştî 41 kes berdan.

Di roja duyem a agirbestê de, piştî ku Hemasê Îsraîl bi bicihnekirina rêkeftinê, azadnekirina girtiyên Filistînî û rêgirîkirina gihandina alîkariyên mirovî tawanbar kir, karwanê duyem a dîlan çend demjimêran hat paşxistin.

Li hemberî vê yekê Îsraîlê jî gef xwar ku eger Hemas dîlan bernede ew dê dîsa dest bi êrişan bikin.

Piştî hewldanên Qeter û Misirê ku çavdêriya guhertina dîl û girtiyan dikin, Hemas razî bû ku 14 dîlên din berde, Îsraîlê jî 39 girtiyên Filistînî berdan.

Her du alî di Deriyê Refahê re dîl û girtiyan radestî Xaça Sor dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst