Lîwayên Qesamê: Me li helîkoptera Îsraîlê kir armanc

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê çekdarî yê Hemasê Lîwayên Qesamê ragihand, wan li Xezeyê helîkoptereke Îsraîlê kiriye armanc.

Di daxuyaniya li ser qanala Telegramê ya têlevîzyona El-Eqsayê de hat destnîşankirin, Lîwayên Qesamê li Kampa Penaberan a el-Bureycê ya li naverasta Xezeyê helîkoptera Îsraîlê kir armanc.

“Şervanên me lêdana helîkopterê piştrast kir”

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Tugayên Qesamê li rojhilatê el-Bureycê bi fuzeya SAM-7ê li helîkoptera Îsraîlê xist, şervanên me lêdana helîkopterê piştrast kir."

Li aliyê din, Îsraîlê heta niha li ser vê angaşta Lîwayên Qesamê ti daxuyanî nedaye.