NY: Ji sedî 40ê Filistîniyên ku hatine kuştin zarok in

26-10-2023
Nîşan Îsraîl Filistîn Xeze Zarok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raportora Taybet a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albaneseyê da zanîn ku “Ji sedî 40ê Filistîniyên ku di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zarok in.”

Francesca Albaneseyê li Navenda Giştî ya NYyê ya li New Yorkê ku li ser zarokên Filistînî yên ku hatine kuştin agahî dan endamên çapemeniyê.

“Ji sedî 40ê wan zarok in”

Albaneseyê wiha got, "Bombebarana ku hêzên Îsraîlê bê navber dibe ser Xezeyê ji niha ve texmînî (ji zayîatên Îsraîlê) pênc qatan zêdetir e.

5 hezar û 700 kes hatin kuştin û ji sedî 40ê van zarok in. Haya me jê heye bê çi dibe. 15 hezar birîndar hene ku birînên wan giran in."

Raportora Taybet a NYyê diyar kir, ji 7ê Çiriya Pêşînê û vir ve li Xezeyê 1,6 milyon Filistînî ji cihên xwe bûn, pêdiviyên van ên wekî av, xwarin, kareba û derman nayên peydakirin.

“Travma û kavilbûn nayên terîfkirin”

Albaneseyê wiha dewam kir:

"Travma û kavilbûn nayên terîfkirin. Ev dojeha ku gelê Xezeyê niha tê de ye, ji bo me hemûyan, ji bo hemû welatên endamê NYyê, bi taybetî jî ji bo kesên ku dikarin vî şerî bidin sekinandin lê nadin sekinandin lekeyek e."

Albaneseyê got ku "Ji ber kirinên Hamasê û yên din" cezakirina hemû Filistîniyên herêmê "li dijî hiqûqê" ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst