Sûriye: Heta Tirkiye ji axa me venekişe em li ser maseyê rûnanin

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Beşar Esed diyar kir ku heta Tirkiye vekişînê qebûl neke ew dê li ser maseyê rûnenin.

Şêwirmendê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed, Bûseyna Şaban diyar kir ku berpirsên Tirkiyeyê nêzîkatiya bi Sûriyeyê re ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Bûseyna Şaban amaje bi wê yekê kir heta ku Tirkiye şertê Sûriyeyê yê vekişînê qebûl neke ew dê li ser maseya diyalogê rûnenin.

“Tirkiyeyê xaka me dagir kiriye”

Li gorî medyaya rojnameya El Ereba li Londrayê tê çapkirin Bûseyna Şaban li ser hewlên danûstandinên Tirkiye û Sûriyeyê got:

“Îro Tirkiye, beşeke hêja û dewlemend a bakurê rojavayê Sûriyeyê dagir kiriye û pêvajoyeke bixeter a Tirkkirinê dide meşandin.

Erdogan, beriya hilbijartinên Serokkomariyê ya Tirkiyeyê behsa daxwaza xwe ya nêzîkatiya bi Sûriyeyê re kir.

Armanca wî serkeftina hilbijartinan bû lê tiştekî ku pêşkeş dikir tunebû.

Dixwazin tiştên li qadê dikin bidomînin, axa me dagir bikin, derdorê wêran bikin û êrişî Kurdan bikin.

Me ragihand ku divê Tirkiye şertê vekişîna ji axa Sûriyeyê qebûl bike.

Me negot bila tavilê vekişin lê eger naxwazin vê prensîbê qebûl bikin, em dê li ser maseyê rûnenin.”

Divê were gotin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser danûstandin û asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê daxuyaniyan didin.

Recep Tayyîp Erdogan beriya bi çend rojan careke din dûbare kir ku ew ji bo danûstandinan hazir in û li hêviya bersiva Şamê ne.