Eşîr pev çûn: 25 kes hatin kuştin

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pakistan Eşîr Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Xeyber Patunxwayê ya Pakistanê di pevçûnên navbera eşîrên Sunî-Şîe de herî kêm 25 kes hatin kuştin.

Li eyaleta Xeyber Patunxwayê ya Pakistanê 20ê Îona 2024an di navbera eşîrên Sunî-Şîe de pevçûnê dest pê kiribû.

Berdevkê Eyaleta Xeyber Patunxwayê Saîf Elî derbarê pevçûnan daxuyanî da.

Saîf Elî destnîşan kir ku hewl didin ku aloziya li herêmê kêm bikin û lihevnekirina heyî çareser bikin.

Saîf Elî her wiha da zanîn ku di pevçûnan de herî kêm 25 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst