EZAZ – Şerê di navbera grûpên çekdar de berdewam dike

26-09-2023
RÛDAW
Nîşan Ezaz Şer Desteya Tehrîr El-Şamê Grûpa Sultan Murad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Ezazê şer û pevçûnên di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve berdewam dikin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, şerê di navbera çekdarên grûpa Sultan Muradê û çekdarên Desteya Tehrîr el-Şamê (HTŞ) de li herêma Ezazê didome.

Heman çavkaniyan da zanîn ku di pevçûnan de bi dehan çekdar hatine kuştin û herwiha bi dehan çekdar jî birîndar bûne.

Li aliyê din ve, Desteya Tehrîr el-Şamê 2 çekdarên Sultan Muradê girtine û mikurhatinên wan belav kirin.

Li gorî axaftina van her du çekdarên hatine girtin, ji wan re gotiye dê wan bibin Azerbeycanê lê piştre berê wan daye çekdarên Tehrîr el- Şamê.

Tehrîr el-Şamê herwiha dîmenên şerê li eniya gundê Exterîn a Ezazê belav kirin.

Herêma Ezazê dikeve bakurê Helebê û rojhilatê herêma Efrînê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst