Drama jinebiyên Sûriyê: Em bûne dayik û bav

Hewlêr (Rûdaw) - Li Libnanê jinebiyên koçber ên Sûrî hem ji aliyê debara jiyanê û hem jî ji aliyê xwedîkirina zarokan ve jiyaneke zêde zehmet derbas dikin. Yek ji wan jinebiyan dibêje ku keysbazî ji hemû aliyan ve heye, bi nerîna wan jin destkefteke hêsan e, û dikarin wan bidest bixin.

Bi gotina Ramiya el-Sos dayika 3 zarokan e, piştî canjidestana hevjînê wê di şerê navxwe yê Sûriyê de jiyana wê ser û bin hat guhertin.

Koçbera Sûrî li Libnanê Ramiya el-Sos anî ziman “Zêdeyî guherîneke bingehîn bû, ez hest dikim ku dem di 21ê Hezîrana 2013an de rawestiya. Ji ber jiyan û rola min di jiyanê de guherî. Ez nemam tenê dayik, ez bûme dayik û bav.”

Li Libnanê jinebiyên koçber ên Sûrî rûbirûyê astengî, keysbazî û destdirêjiyê dibin, lewra plan û xewna Ramiya ku her tiştî bifiroşe û ji Libnanê derkeve.

Ramiya el-Sos got jî “Keysbazî ji hemû aliyan ve heye, bi nerîna wan jin destkefteke asan e, û dikarin wan bidest bixin, tiştekî belaş nemaye. Ez dixwazim zarokên xwe ji Libnanê derxînim, xewna min ku mal û zeviyê xwe bifiroşim, dema ez rehnê li ser wan rakim yekser wan difiroşim, pêwîstiya zarokên min bi derketinê heye.”

Jinebiya Sûrî Tuqa jî, berî şerê navxwe yê Sûriye di nav malbateke tundrew de bû, lê piştî hevjînê xwe ji dest da û li gel her 5 zarokên xwe koçberî Libnanê bû, derbasî warê kar û xebatê bû.

Koçbera Sûrî li Libnanê Tuqa Ebdula diyar kir “Tişta nerênî bi rastî ew e ku min xelk ji dest dane. Lê tişta erênî ew e ku ez bûme jineke xurt. Ez hest dikim bûme mirov. Ez dikarim zarokên xwe biparêzim û xwedî bikim. Ez dikarim derkevim û kar bikim. Ez nemame ew jina veşartî li pişt deriyên girtî, niha ew tişt nemaye.”

Rewşa aborî û darayî ya xirab li Libnanê bandoreke zêde xirab li rewşa zêdeyî yek milyon koçberên Sûrî li wî welatî kiriye. Niha hikûmeta Libnanê li gel hikûmeta Sûriye dixwaze van koçberan vegerînin welatê wan, lê Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê vê planê red dikin, û dibêjin tenê bi rêya cîbicîkiirna biryara 2254ê ya navdewletî ya taybet bi çareseriya siyasî li Sûriye koçberên Sûrî dikarin bi kêfa xwe vegerin welatê xwe.