Tirkiyê Til Rifet bombebaran kir: 3 kesan canê xwe ji dest dan

26-08-2022
RÛDAW
Tirkiyê Til Rifet bombebaran kir: 3 kesan canê xwe ji dest dan
Tirkiyê Til Rifet bombebaran kir: 3 kesan canê xwe ji dest dan
Nîşan Til Rifet Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duh Tirkiyê bi dronekê navenda bajarokê Til Rifetê bombebaran kir, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dabûn û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Kesekî ku di wê bombebaranê de candayî ku duh şahiya zewaca wî bû û çûbû otombîla xwe bişo û ji bo derxistina bûkê hazir bike, Hemze Îbo Brîm bû.

Navên canda û birîndarên din yên wê bombebaranê hatin eşkerekirin û hemû sivîl bûn.

Di çarçoveya gef û êrîşên Tirkiyê de, li ser bajarê Til Rifet, li gundewarê bakurê Helebê ku bêhtirî 20 hezar koçberên Efrînê li wê derê dijîn, roja Çarşemê, 24ê vê meha Tebaxê, ew bajar bi rêya droneke artêşa Tirkiyê, hate bombebarankirin.

Li gorî zanyariyên berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriya, Ibrahîm Şêxo ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, di encama wê êrîşê de, 3 kesan canê xwe ji dest dane, di nav wan de jineke koçber a Efrînê bû, hevdem 6 kesên din jî birîndar bûn, hinek ji wan birînên wan giran in.

Navên kesên ku canê xwe jidest dane, ev in:

-              Fatma Osman Meimo 22 salî.

-              Reşîd Elîko 28 salî.

-              Hemze Îbo Brîm 21 salî

Navên Birîndaran jî, ev in:

-              Semîr Ebdulqadir Reşo 31 salî.

-              Edhem Reşîd Hennan 54 salî.

-              Mennan Reşîd 57 salî.

-              Hisên Murad Qirokê 13 salî.

-              Egîd Fexrî Reşo 32 salî.

-              Zuhêr Ebdulrehman Mihemed 36 salî

Herwiha ziyanên madî jî gihiştin mal û milkên welatiyan.

Serokê Platforma Efrînê Xilusî Omer “Ev tiştên ku dibin divê ji saziyên navneteweyî re bê gotin, berî vê çend rojan me nameyek ji wan re rê kir ku 21 rêxistinan îmze kiribûn. Daxwaza me ew e ku ev êrîş tesbît bibin. Ev sivîl werine parastin, divê zext li Tirkan, li Rejîma Sûriyê bê kirin.”

Di vê mehê de, artêşa Turkiyê gef û êrîşên xwe li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, bêhtir kirine, bi taybetî jî, hikûmeta wî welatî, hersê bajarên Til Rifeet, Minbic û Kobaniyê kirine armanca operasyoneke pêşbînîkirî ku berpirsên Turkiyê behsa wê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst