Kêmbûna avê li Iraq û Sûriyê gihiştiye asteke nepêşbînîkirî
Hewlêr (Rûdaw) - Kêmbûna avê li Iraq û Sûriyê êdî di asta pêşbînîkirî de nemaye. Tiştê ku niha li wan herdu welatan rû dide, hişkesaliyek e, ku di paşerojê de, bandorê li pey xwe dihêle.
Du çavkaniyên avê yên Iraqê, ku Dicle û Ferat in, ji Tirkiyê diherikin. Çemê Ferat, çavkaniya sereke ya ava vexwarinê û berhemanîna elektrîkê ye, li Sûriyê.
Dewleta Tirkiyê gelek projeyên xwe li ser van herdu çeman dirust kirine, bi wê sedmê asta ava wan, dema ku derbasî Sûriye û Iraqê dibin, gelekî kêm dibe.
Rêxistinên mirovî haydariyê derbarê xirabiya rewşa keşûhewayê û kêmbûna avê, li wan herdu welatan didin, pêşbînî jî dikin ku 12 milyon Iraqî û Sûrî têkevin jêr metirsiya kêmavî û bedwarinê.
Julian Veldevik, Rêvebera Rêxistina Navdewletî ya CARE li Sûriyê, dibêje, “Sûriye herdem welatekî zuha bû. Iraq jî her wiha. Lê aniha xirabtirîn in. Bi rastî em zengilê metirsiyê lê didin, ji ber ku ti demê weke aniha em dibînin, me nedîtiye. Pêwîstiya vê rewşê bi destê alîkariya hemû aliyan heye. Hevdem divê çareseriya demdirêj ji bo vê kêşeyê bê dîtin, ku bêhtir û bêhtir dibe.”
Şeş rêxistinên mirovî yên navdewletî, ku bi salan li Iraq û Sûriyê kar dikin, dibêjin; bi sedema hişkesaliyê û daketina asta ava Çemê Ferat, 400 kîlometre duca, ji xaka çandiniyê ya Iraq û Sûriyê rûbirûyî biyabanbûnê bûne, herwiha dibêjin; du bendav li bakurê rojhilatê Sûriyê, ku elektrîkê ji bo sê milyon xelkê dabîn dikin, wêstgehên wan ji berhemanîna wizeya elektrîkê, radiwestin.
Julian Veldevik, Rêvebera Rêxistina Navdewletî ya CARE li Sûriyê, diyar dike, “Tiştê ku em ji xelkê dixwzin bikin, tiştê ku em bang li hikûmetan dikin ku bikin, ew e ku niha demkî ye. Em nikarin çaverê bin. Aniha dema wê yekê ye ku em jiyana xelkê rizgar bikin. Em nikarin ji wê bêhtir çaverê bin, ji ber ku krîz di lûtkeyê de ye. Belê, em daxwaza alîkariya darayî dikin, lê di heman demê de, daxwaza çareseriya siyasî jî dikin. Em daxwaza wê yekê dikin, ku asta Çemê Ferat bê zêdekirin ji bo ku em bikaribin ji bo avdaniyê bikar bînin, xelk wê avê weke ava vexwarinê bikar tînin.”
Bi dehan sal, haydarî li ser krîza avê li Iraq û Sûriyê tê dan, û sal li pey salê jî, metirsiya biyabanbûna deşt û golan bêhtir dibe.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dibêje; bi sedema biyabanbûnê, Iraq salane gelek kîlometre çargoşe ji zeviyên biber û berhemdar jidest dide, li kêleka jidestdana gelek corên ajelên kêmmînak, bi sedema şorbûna ava golan.