Serokomarê Tunisê hemû desthilatên parlementoyê ragirtin

26-07-2021
Sahîra Siddiq
Nîşan Tunis Hikûmet Avrupa Parlamentosu Qeys Seîd Hişam Meşîşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tunisê Qeys Seîd ragihand ku hemû desthilatên parlementoyê sekinandine û parêzbendiyên parlementeran jî rakirine. Qeys Seîd herwiha ragihand ku serokwezîrê niha ji kar dûr xistiye û dê bi serokwezîrekî nû dewam bike.

Serokomarê Tunisê Qeys Seîd, serokwezîrê wî welatî Hişam Meşîşî ji postê wî dûr xist.

Li gor benda 80 ya destûrê Tunisê, serokomarî wî welatî Qeys Seîd biryar da ku serokwezîr Hişam Meşîşî ji desthilatê dûr bixe û parêzbendiya hemû endamê parlemetoyê rake, herwiha hemû desthilata encûmena nûneran jî ragirt.

Di gotinekê de serokê Qeys Seîd piştî van biryaran ragihand, ew li hember ti kesekî bêdeng namînin ku destdirêjiyê li ser dewletê û sembolan bike, kesê ku guleyekê bavêje, dê artêş 10 guleyan bavêje.

Li gor daxuyaniyeke Serokomarê Tunisê, wî nedixwest van rêkaran bigire ber lê gelek kesan dest avêtine mafên gel.

Serokê Parlamentoya Tunisê Raşid el-Xenûşî, Serokomarê Tunisê bi derbeya li dijî şoreşê tometbar kir, piştî ku karê parlamento rawestandin û hikûmet ji kar dûr xist.

Li Tunisê xwepêşandan li dijî rewşa xirab birêve çûn

Ev di demekê de ye ku li çend bajarên Tunisê xwepêşandanên tund derketin û xwepêşanderan aciziya xwe ji têkçûna rewşa aborî, tendirustî û civakî ya wî welatî nîşan didan.

Tevî rêkarên taybet bi corona û pileyên bilind ên germayê ku digihe zêdetir ji 50 pileyan, lê bi hezaran xelk li çend bajarên Tûnisê daketin meydanan û sloganên weke daxwaza rawestandina karê parlemanto û encamdana hilbijartinên pêşwext bilind dikirin.

Grûpeke nû bi navê Tevgera 25ê Tîrmehê daxwaz ji xwepêşanderan kir ku di salvegera 64mîn a serxwebûna Tunisê de dakevin meydanan.

Hejmareke zêde ya polîsan li piraniya bajarên Tunisê belav bûne bi taybetî li paytexta wî welatî û rêya sereke ya bajar ku cadeya Bo Riqîbe ye daxistin.

Beşek ji xwepêşanderan sloganên weke “Na ji bo qerebokirina Tevgera Nehde” bilindkirin. Tê zanîn ku Tevgera Nehde li Tunisê daxwaza qerebokirina madî dike ji ber ku li gor gotina wê, di dema serokatiya Zên el Abidîn Bin Elî de, gelek mafên wê hatibûn binpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst