Geliyê Rîft (Rûdaw) – Welatên Komkara Erebî li dijî hebûna leşkerên Tirkiyê yên li Başîkaya Mûsilê û herwiha destwerdana Îranê ya Sûriyê ne.
Li Urdinê welatên Komkara Erebî amadekariya kongreya 29emîn dikin. Wezîrên derve yên welatên erebî mijarên sereke yên guftûgoyan amade dikin. Di rojeva guftûgoyan de guhertinên li Rojhilata Navîn û herwiha destwerdana Îranê ya li welatên erebî, mijarên sereke ne.
Tîmeke Tora Medyaya Rûdawê romala Lûtkeya Komkara Erebî dike, ku li Geliyê Rîft li kêleka Deryaya Mîrî tê sazkirin. Herwiha bi giştî 250 kanalên medya cîhanî jî vê civînê dişopînin.
Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand; “Lûtkeya Komkara Erebî dê di 4 qonaxan de birêve biçe. Qonaxa yekemîn civîna duh bû û di wê civînê de Serokatiya Komkara Erebî hate gohertin. Morîtanyayê bi fermî serokatî da Urdinê.”
Peyamnêrê me daxuyand; “Di civîna duh de wezîrên derve yên welatên erebî, liser mijara hebûna leşkerên Tirkiyê yên li Başîkaya Mûsilê gotûbêjkirin. Wezîran tekez kirin, ku bêyî razîbûna Iraqê nabe leşkerên Tirkiyê di nav axa Iraqê de hebin. Biryare ev mijar di lûtkeyê de jî bê gotûbêjkirin û li ser vê mijarê Komkara Erebî helwesteke tund nîşan bide.”
Hêvîdar Ehmed daxuyand, ku endamên kongreya Komkara Erebî dibêjin, eger ew behsa destwerdana Tirkiyê nekin, nikarin behsa destwerdanên Îranê yên liser welatên erebî jî bikin û got; “Armanca sereke ya vê civînê ew e ku ji Îranê re bêjin, êdî bes e û destwerdana welatên erebî neke.”
Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir, ku îro dê wezîrên aborî yên welatên erebî pirsgirêkên aborî gotûbêjbikin û yek ji mijara îro dê pirsa koçberan be. Herwiha Urdinê di mijara koçberan de projeyek amade kiriye, ku nêzîkî 3 milyon koçberên Sûriye û Iraqê li vî welatî ne.
Peyamnêrê me da zanîn, ku dê qonaxa sêyemîn de wezîrên derve û ya çaremîn dejî serokên welatan beşdarî kongreyê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse