Tirkiye: Rojane 1500 heta 2000 malbat vedigerin Sûriyê

Kilîs (Rûdaw) - Piştî kareseta erdhejê hikûmeta Tirkiyê destûr da penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku serdana welatê xwe bikin, dikarin heta dema 3 mehan bimînin. Hikûmeta Tirkiyê dibêje ku her roj hezar û 500 heta 2 hezar malbat serdana Sûriyê dikin.

Vegera  penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên li  Tirkiyê û  Bakurê Kurdistanê bo cih û warên xwe   piştî erdhejê bi rêjeyeke berçav zêde bûye.

Hikûmeta Tirkiyê piştî erdheja  6ê sibatê  destûrekî 3 mehî  daye  bi xelkê Rojavayê Kurdistan û Sûriyê, ku  serdana kesûkarên xwe bikin ,yan jî  termên  kesên xwe ku ji ber erdhejê  canê xwe ji dest dane, bibin û li  cih û warên xwe veşêrin.

Penaberê Gundewarê Idlibê Mihemed el Umer dibêje: “Mala me li qata yekem bû û spas ji bo Xwedê, tiştek bi ser nehat lê hemû derizî. Spas ji bo her tiştî, ev 7 sal in min bavê xwe ne dîtiye. Ez dê îro herim wî bibînim, dilê min li ser dişewte. Tu bi xwe dizane dîtina bav çawa ye.”

Piştî ku hikûmeta Tirkiyê destûrek ji bo serdana penaberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derxist, li gorî hikûmeta Tirkiyê, rojane 1500 heta 2000 malbat bi awayekî xwebexş vedigerin.

Penaberê ji Helebê Mihemed Şêxo Mihemed jî dibêje: “Min hesteke mezin heye, em li vir ji erdhejê rizgar bûn û em vegerin welatê xwe, lê erdhejê li welatê me jî daye. Min hesteke mezin heye û gelekî bêriya kesûkarên xwe kiriye. Ev 8 sal in ez li Tirkiyê me û heta niha ti caran neçûme, ev cara yekemîn e.”

Penaberên ku dixwazin dikarin bi rêya deriyên Bab el Selame, Bab el Hewa, Raih û Hemam vegerin.