Li Lubnanê zarokeke Efrînî di nav kon de şewitî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lubnanê zarokeke Efrînî ya şîrmij di nav konekî de şewitî û canê xwe jidest daye.

Çalakvanê Efrînê Mistefa Şêxo ku li Libnanê niştecî ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, di encama şorta elektrîkî de agir bi konekî ketiye ku ji naylonê hatiye çêkirin.

Di encama şewatê de, zarokekî şîrmij ku xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye şewitî ye û canê xwe jidest daye.

Şêxo da zanîn ku zarokê bi navê Mihemed Hesen Ismaîl xelkê gundê Xazyana yê herêma Efrînê ye û bûyer li bajarokê el-Xaziye, nêzîkê Kampa Eyn el-Hilwê çêbûye.