Esed bi Xamineyî û Ruhanî re hevdîtin pêk anî

26-02-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Sûriye Beşar Esed Elî Xamineyî Hesen Ruhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Sûriyê Beşar Esed serdana Îranê kir û li Tehranê li gel Rêberê Îranê Elî Xamineyî û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî civiya.

 

Di civînên li gel Elî Xamineyî û Hesen Ruhanî de, Fermandeyê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, Qasim Sulêymanî jî amade bû.

 

Rêberê Îranê di civînê de ji Beşar Esed re ragihand, ew şanaziyê dikin ku di wan salên şer de piştîvaniya hikûmeta Sûriyê û “eniya berxwedanê” kirine û ragihand: Alîkarîkirina hikûmet û xelkê Sûriyê, alîkarî ye ji bo eniya berxwedanê, wate bereya Îranî, Sûrî û Hizbullahê li dijî Îsraîlê. 

 

Xamineyî got, “Îran û Sûriye, kûrahiya stratejiya hevdû ne.”

 

Rêberê Komara Îslamiya Îranê, herwiha di civînê de Beşar Esed weke Qehremanê cîhana Ereb bi nav kir. Xamineyî got, Esed li hember hevpeymaniya Amerîkî û Ewropî de berxwe da û ji kirîzê rizgar bû. Wî herweha mayîna hêzên Amerîka di Sûriyê de, bi pilaneke metitrsîdar da zabnîn.

 

Li aliyekê din Beşar Esed li gel Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî civiya. Di wê civînê de Ruhanî têkezî li ser alîkariya hikûmeta Sûriyê kir.

 

Beşar Esed jî ji bo alîkariyên ku di 8 salên şerr de pêşkêşî hikûmeta wî kirine, spasiya Komara Îslamî ya Îranê kir.

 

Her ji destpêka alozî û krîza li Sûriyê, hikûmeta Îranê bi hemû awayî piştgirî li hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed kir û heta niha jî li ser piştgiriya wê berdewam e.

 

Îran ji bilî piştgiriyên siyasî û aborî, herwiha hêzên xwe yên leşkerî jî bo piştgiriya artêşa Sûriyê, şandine wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst