Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze Urdin, Misir û welatên din ên endamên Komkara Erebî penaberên zêdetir ên Xezeyê qebûl bikin da ku ew herêm “were paqijkirin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump dema ku ji Nevadayê diçû Floridayê li ser hinek mijaran ji rojnamegeran re axivî.
Serokê Amerîkayê ragihand ku ew roja şemiyê bi rêya telefonê bi Şah Ebdullahê Duyem ê Urdinê re li ser wê planê axiviye ku Urdin, Misir û welatên din ên endamên Komkara Erebî penaberên zêdetir ên Xezeyê qebûl bikin û dibe ku îro jî heman mijarê bi Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî re gotûbêj bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got:
“Ez dixwazim ew zêdetir kesan qebûl bikin, Misir zêdetir qebûl bike.
Em behsa milyonek û 500 hezar kesî dikin ku em herêmê bi temamî paqij bikin û bibêjin qediya.”
"Xeze wêran e"
Trump pesnê hewlên Urdunê da ku hejmareke zêde ya penaberên Filistînî qebûl kiriye û ji Şahê Urdinê re jî gotiye:
“Ez gelekî dixwazim tu hejmareke zêdetir qebûl bikî, ji ber ku ez niha li Xezeyê dinêrim û dibînim wêran e, bi rastî wêran e.”
Trump da zanîn, ev gav dikare “demkî be yan jî demdirêj be” û anî zimên ku ew herêma ku Xeze lê ye bi sedan sal e gelek şer û pevçûn dîtine.
"Bi berdewamî xelk dimire"
Donald Trump derbarê cihê niştecihbûna Xezeyiyan got:
“Divê tiştek were kirin lê niha (Xeze) herêmeke wêran e û beşeke mezin kavil e û bi berdewamî xelk dimire.
Ji ber vê ez dixwazim bi hinek welatên Erebî re hevahengiyê bikim û li hinek cihên cuda kamp bên avakirin û dibe ku li wan deran di nava aştiyê de bijîn.”
Serokê Amerîkayê amaje pê kir, dibe ku ew di çarçoveya serdanên xwe yên derveyî welêt de cara yekê here Erebistana Siûdî yan jî Brîtanyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse