Roja dawî ya agirbesta Îsraîl û Hizbulahê: Gelo Îsraîl vekişiya?

26-01-2025
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Îsraîl Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta 60 rojî ya Îsraîl û Hizbulaha Libnanê îro bi dawî dibe û artêşa Îsraîlê dibêje, ji ber ku Hizbulah û artêşa Libnanê pêbendî xalên agirbestê nebûne ku nikare ji axa Libnanê bi temamî vekişe.

Libnan jî Îsraîlê bi derengxistina vekişîna hêzên xwe yên li başûrê Libnanê tohmetbar dike.

Di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de 26ê Çiriya Paşîn a 2024an agirbest hat ragihandin.

Îro roja dawî ya agirbesta 60 rojî ya di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de ye.

Li gorî xalên agirbestê, divê hêzên Îsraîl û Hizbulahê ji herêmên sînorî yên başûrê Libnanê vekişin û nêzîkî 5 hezar leşkerên artêşa Libnanê biçin cihên wan.

Artêşa Îsraîlê roja şemiyê ragihand ku nikare di vê dema kurt de hêzên xwe bi temamî vekişîne.

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de rojekê piştî destpêkirina şerê Xezeyê, yanî 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir û 14 mehan berdewam kir.

Şer bû sedema kuştina nêzîkî 4 hezar kesan û koçberiya zêdetirî milyonek û 200 hezar kesên ji her du aliyan.

"Vekişîn bi derengî ketiye"

Derbarê bidawîhatina agirbestê û bicihanîna xalan de artêşa Libnanê di daxuyaniyekê de got:

“Plana bicihkirina hêzan a li herêmên sînorî berdewam dike lê li hinek deveran ji ber taktîka derengxistina vekişînê ya hêzên Îsraîlê ya dijmin bicihanîna xalên agirbestê bi derengî ketiye.

Vê jî bandor li erkên me yên leşkerî kiriye.”

Welatên Rojavayî bi berpirsên Îsraîlê re di guftûgoyan de ne da ku agirbestê 30 rojên din jî dirêj bike.

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê vekişîna hêzên wan ên ji başûrê Libnanê ragihand:

“Xalên agirbestê ji aliyê dewleta Libnanê ve bi temamî nehatine bicihanîna.

Lewma vekişîna leşkeran roja dawî ya agirbestê derbas dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst