Di xwepêşandanên Lubnanê de tundûtûjî çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan xwepêşanderên Lubnanî rijiyan ser cadeyên Beyruta paytext daku di sedemîn roja xwepêşandanan de dijayetiya xwe bo kabîneya nû ya hikûmeta Lubnanê bînin ziman. Xwepêşander daxwaza guhertina wan kesan dikin ku di kabineya nû ya hikûmeta Lubnanê de hatine destnîşankirin û wek gendel tên naskirin.

Piştî sê meh valahiya siyasî li Lubnanê, kabîneya nû ya wî welatî hat destnîşankirin, lê xwepêşander dibêjin ku divê kabîneya nû serbixwe be û nûnerên partiyên siyasî li xwe negire.

Xwepêşander li naverasta Beyrutê slogana şoreşê bilind dikirin û digotin baweriya wan bi hikûmeta welatê wan nîne.

Xwepêşanderan li ber baregahê hikûmetê û li cihê niştecihbûna Serokwezîrê Nû Hessan Diyab hewl dan berbestên konkrêtî bişkînin.

Li gor Heyva Sor a Lubnanî, 20 kes ji xwepêşanderan birîndar bûn ku du kes ji wan bilez bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.