Navenda Nûçeyan - Artêşa Tirkiyê hêzeke mezin şand Babê ji bo ku bi yekcarî vê bajarê stratejîk ji destê çekdarên DAIŞê derxîne û bixe bin kontrola xwe.
Îro Artêşa Tirkiyê gelek, tank, top, zirîpoş û hêzên komando yên taybet ber bi Babê ve şandin.
Şandina hêza nû ya Artêşa Tirkiyê ber bi Babê ve piştî wê yekê hat, ku di çend rojên bihorî de gelek leşkerên Tirkiyê di şer û pevçûnên li derdora Babê de hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.
Ji aliyekê din ve Artêşa Tirkiyê hêzeke mezin ji Stenbolê ve bi trenan ber bi sînorê Sûriyê ve birê kir, ku li gorî agahiyan trena tijî amûr û kelûpelên serbazî gihîştiye parêzgeha Kocaeliyê.
Çavkaniyekî agahdar ragihand, ku karwana leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ku ji tank, zirêpoş û kelûpelên din ên leşkerî pêk tê, dê sibê jî li ser rêya xwe ya ber bi sînorê hevbeşê Tirkiye-Sûriyê berdewam be.
Di van rojên dawiyê de Artêşa Tiriyê zirakeke mezin li Babê dît, gelek leşkerên wî welatî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin an jî hatin êxsîrgirtin, ku ew yek jî bû sedema nerazîbûna aliyên opozîsyonê li Tirkiyê.
Tirkiye îsrar dike ku Babê kontrol bike, ji ber ku bi gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, mayîna Babê di bin kontrola DAIŞê de û herwiha egera kontrolkirina wê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên di bin serkêşiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de xeterê ji bo asayişa netewî ya wî welatî çê dike.
Erdogan berdewam di daxuyaniyên xwe de dibêje, ku Tirkiye dê Babê kontrol bike û bi ti awayî rê nade ku dewletek li ser sînorêên wê yên li başûr çê bibe, ew jî weke amajeyek bi egera avabûna statuyeke kurdî li herêmên Rojavayê Kurdistanê, ku niha ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê birêvebirin.
Bajarê Babê tenê 30 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr e û ciheke stratejîk e.
YPG û hêzên hevpeymanên wê hewl didin ku Babê bixin bin kontrola xwe, da ku Kantona Efîrînê bi her du kantonên Kobanî û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê re girê bidin.
Şandina hêzên zêdetir ji aliyê Tirkiyê ve bo nav axa Sûriyê piştî wê yekê tê, ku hat ragihandin, Tirkiye û Rûsyayê li ser Heleb û Babê li hev kiriye û li şûna razîbûna Edogan bo derketina çekdarên dijbereyê ji Helebê, Rûsya jî rê daye ku Tirkiye Babê kontrol bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse