Qeterê derbarê pevguhertina rehîne û girtiyan daxuyanî da

25-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Qeter Rehîne Girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Qeterê derbarê pevguhertina rehîne û girtiyan a di navbera Hemas û Îsraîlê ragihand ku astengiyên derketine ji holê hatine rakirin.

Baskê leşkerî yê Hemasê Lîwayên Qesamê, li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihandibû ku Îsraîl peyman bin pê kiriye, ji ber vê sedemê jî wan berdana rehîneyan ragirtiye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Macîd el- Ensarî piştî daxuyaniya Lîwaya Qesamê, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Ensarî di daxuyaniyê de wiha got:

“Piştî hevdîtinên ku Misir û Qeterê bi aliyan re kiriye, astengiyên li hemberî bicihkirina peymanê ji holê hatine rakirin. Dê îşev 39 dîlên Filistînî û 13 dîlên Îsraîlî serbest bêne berdan.”

Ensarî herwiha diyar kir ku ji derveyî çarçoveya rêkeftinê, dê 7 welatiyên biyanî jî bêne berdan.

Hemasê jî daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Hemasê ragihand ku piştî Îsraîlê ji navbeynkaran re diyar kir ku ew dê hemû şert û mercên peymanê pêk bînin, wan jî bersiva erênî daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst