Hemasê pevguhertina rehîneyan paş xist

Hewlêr (Rûdaw) – Lîwayên Qesamê ragihand ku Îsraîl şertên peymanê bi cih neanîne û wan jî berdana 13 rehîneyan ragirtiye.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Îsraîlê, roja duyem a agirbesta li Xezeyê, Hemasê dê 14 rehîne û Îsraîl jî 42 girtî berdan.

Baskê leşkerî yê Hemasê Lîwayên Qesamê di dawiya rojê de li ser hesabê xwe yên Telegramê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, Îsraîl di mijara barhilgirên ku biçin Xezeyê de, peyman bin pê kiriye û ji ber vê sedemê wan pevguhertina rêhineyan paş xistiye.

Lîwayên Qesamê ragihand, “Heta ku Îsraîl li gorî peymanê ango ketina Xezeyê ya barhilgirên alîkariya mirovî û berdana rêhineya tevnegere, em berdana rehîneyan radigirin.”

Piştî daxuyaniyê Radyoya Aqsayê ya ku nêzîkî Hemasê ye ragihand, “Lîwayên Qesamê ragihand ku wan girtiyên Îsraîlî, di çarçoveya peymanê de, radestî Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ya li Xezeyê kirine.”

Televîzyona Kanala 12ê ya li Îsraîlê jî ragihand ku di mijara pevguhertina rehîneyan de pirsgirêkên “teknîkî” rû dane.

Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Haniye li ser televîzyona El- Aqsayê axivî.

Haniye di axaftina xwe de diyar kir ku eger “Îsraîl li gorî peymanê tevbigere” hêzên wan jî dê li gorî peymana agirbesta mirovî tevbigerin.