Agirbest berdewam e: Îro Hemas 14 dîlan û Îsraîl jî 42 girtiyan berdide

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Îsraîlê ragihandin ku Hemas dê îro 14 dîlan û Îsraîl jî 42 girtiyan berde.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de got:

“Rayedarên ewlehiyê lîsteya navên wan kesên ku dê ji aliyê Hemasê ve werin berdan dinirxînin.”

Rayedarên Îsraîlî herwiha gotin ku Îsraîl dê îro 42 girtiyên Filistînî û Hemas jî 14 dîlên Îsraîlî berde.

Hemasê doh koma yekem a ku ji 24 dîlan pêk dihat berda, 13 ji wan Îsraîlî, 10 Taylandî û yên din jî Filîpînî bûn.

Îsraîlê jî 39 jin û zarokên Filistînî berdan.

“Şerê me ne li dijî gelê Xezeyê ye”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşînê êrişa Hemasê ya li Îsraîlê dest pê kir, ev yekem peymana di navbera Hemas û Îsraîlê de ye.

Agirbestê herwiha rê da ku av, xwarin, derman û pêdiviyên zivistanê bigihêjin xelkê Xezeyê.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, piştî destpêkirina agirbestê 200 barhilgirên alîkariyên mirovî di Deriyê Refahê re derbasî Xezeyê bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu anî ziman:

“Em dixwazin hemû dîlan rizgar bikin lê di heman demê de em ê berdewam bin ji bo bidestxistina armanca xwe ya tunekirina bi temamî ya Hemasê.

Aştiya di navbera Îsraîl, Filistîn û welatên Erebî de heta ku Hamas neyê tunekirin ti carî bi ser nakeve.”

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî ragihand ku heta hemû dîl neyên azadkirin, hikûmet dest ji hewldanên xwe bernade û got, “Şerê me li dijî Hemasê ye, ne li dijî gelê Xezeyê.”