Di yekem roja agirbestê de 200 barhilgirên alîkariyê derbasî Xezeyê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Misirê ragihand ku di yekem roja agirbestê de 200 barhilgirên alîkariyê derbasî Xezeyê bûn.

Serokê Ajansa Agahdariya Çapemeniyê ya Misirê Ziya Raşvan derbarê mijarê de li ser malpera fermî ya ajansê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Raşvan diyar kir ku xebatên Misrê yên ji bo şandina alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê dewam dikin.

Herwiha Raşvan da zanîn ku di yekem roja agirbestê de ku doh dest pê kiribû 200 barhilgirên ku alîkariyên mirovî tê de bûn derbasî Xezeyê bûne.

Li aliyê din Raşvan ragihand ku ji Xezeyê 17 birîndar anîne Misirê û ji wê derê jî ew şandine Tirkiye û Îmaratê.

Serokê Ajansa Agahdariya Çapemeniyê ya Misirê Ziya Raşvan diyar kir ku 134 Filistîniyên ku ji ber şerê ku di 7ê Çiriya Pêşîn de dest pê kiribû li Misirê asê mabûn derbasî Xezeyê bûne.

Piştî rêkeftina Hemas û Îsraîlê, doh saet 07:00an de li Xezeyê agirbestê dest pê kir. Agirbest dê 4 rojan berdewam bike.

Hemasê ragihandibû ku di çarçoveya agirbestê dê rojane 200 barhilgirên alîkariyê û 4 barhilgirên sotemeniyê derbasî hemû herêmên Xezeyê bibin.