Îranê hişyarî da Tirkiyê: Mûşek û balafir ne lîstokê zarokan in

25-11-2015
RÛDAW
Nîşan Îran Hesen Rûhanî Rûsya Tikriye Balfira Rûsya
A+ A-

Tehran (Rûdaw) – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser xistina balafira rûsî ji aliyê Tirkiyê ve dilgiraniya xwe anî ziman û ev yek bi karekî herî metirsîdar û dehfdan ber bi şer ve bi nav kir. Rûhanî herwiha hişyarî da Tirkiyê û got, Mûşek û balafir ne lîstokên zarokan in.

 

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî helwesta fermî ya Îranê derbarê xistina balafira şer a rûsî de ku duh ji aliyê Tirkiyê ve hatibû xistin, aşkere kir.

 

Îro di civîna kabîneya hikûmeta xwe de li bajarê Tehran a paytextê Îranê de, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî amaje bi bûyera xistina balafira şer a rûsî ji aliyê Tirkiyê ve kir û daxwaz ji her du welatên Rûsya û Tirkiyê kir hişyar û li ser xwe bin û hewl bidin rewşê asayî bikin.

 

Hesen Rûhanî xistina balafira şer a rûsî ji aliyê Tirkiyê ve bi “bûyereke herî metirsîdar (xeternak)” û “dehfdan ber bi şer ve” bi nav kir û da zanîn, ku encama wê yekê di berjewendiya ti aliyekê de nîne.

 

Rûhanî got: “Bûyera ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê qewimî, gellek metirsîdar e û li gor wan agahiyên ku me hene, ew balafir li esmanê Sûriyê mijûlî operasyonê be û li wir bûye armanc. Eger wiha be ku balafir nêzîkî sînorên Tirkiyê bibe jî, ma gelo mûşek û balafir lîstokên zarok in ku her kesê xwast, li hewa biteqîne? Ma heya wê qasê dibe alozî û bêsîstemî li herêmê be, ku her kesê bixwaze, her biryaekê li esman bicih bike. Ev karên wisa gellek xeter in.”

 

Rûhanî tekez jî kir, ku bertek û encamên piştî wan karên xeternak li stuyê wan aliyan e ku dest bi lîstokên wisa xeternak dikin û daxwaz kir, ku hemû welat bi agahdarî tevbigerin.

 

Serokomarê Îranê daxwaz ji Tirkiyê jî kir, gellek bi hûrî agahdarî aloziyên li deverê be, ji ber ku bi gotina wî rewşa deverê gellek hesas e.

 

Hesen Rûhanî herwiha got: “Pêwîst e Moskow û Enqere rê li dubarebûna bûyerên bi vî awayî bigrin û ev yek jî bi rêya arambûn û hişmendiyê.”

 

Rûhanî daxwaz ji hemû welatên cîhanê û bi taybet welatên deverê kir, ku di şerê li dijî terorê li devera Rojhilata Navîn de yek bigrin daku bikarin tenahî û asayişa herêmê dabîn bikin.

 

Serokomarê Îranê behsa wê çendê jî kir, ku ew hêj îradeyeke cidî li cem welatên rojavayî bo şerê li dijî terorê nabînin û ji ber wê yekê jî ciavaka navdewletî rexne kir.

 

Hesen Rûhanî got: "Em hêvîdar in di roj û hefteyên bê de em îradeyeke wisa li cem rojavayiyan biînin. Komên terorîst petrolê difiroşin Kê? Gerek ew yek were zelalkirin. Xuya ye ku tankerên petrolê li biyabanên Sûriyê ber bi kuderê ve diçin. Çawa dibe Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî ligel wan aliyan serederiyê nakin û çawan dibe, ewên ku îdia dikin li dijî terorê şer dikin, bi nirxek wisa erzan petrolê ji terorîstan bikirin?"

 

Rûhanî herwiha destnîşan kir, ku pêwîste were zelalkirin, ew çekên modern û mûşek û roketên di destê komên çekdar de li kuderê hatine û kîjan alî gihandine detsê çekdaran.

 

Duh sêşemî 24ê Mijdarê Tirkiyê balafireke şer a Rûsya ji cure SU-24 li nêzîkî sînorê Sûriyê xist xwarê.

 

Serokomarê Rûsya Vladimir Putin di daxuyaniyekê de w karê Tirkiyê bi xencerlêdan li pişt ve bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst