Israel Katz li ser êrişên Tirkiyeyê got: 'Cîhan bê deng dimîne'

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê li ser êrişên Tirkiyeyê got, “Erdogan Kurdan qetil dike û cîhan bêdeng e.”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê de li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir.

Katz di parvekirina xwe de wêneyekî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres belav kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz got:

“Erdogan Kurdan qetil dike û cîhan bêdeng e.

Dîktatorê li Enqereyê li bakurê Sûriyeyê Kurdên sivîl ên bêguneh bombebaran dike û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tiştekî nabêje.

Banga agirbest û civîneke bilez a Konseya Ewlehiyê li kû ye?

Mafên Kurdan û giliyê Erdogan ê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Laheyê li kû ye?

Dema ku Îsraîl li dijî rêxistinên terorîst ji bo xweparastinê dikeve nava livûtevgerê, Guterres yekser êriş dike lê dema ku hevalê wî yê antî Semîtîk sûcê şer dike, ew bi hêsanî ji holê winda dibe. Durûtiya bi vê ecêbê.”

Çi bûbû?

Li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a ku bi ser HPGyê ve ye (HPG baskê çekdar ê PKKyê ye) li ser êrişa li Enqereyê daxuyaniyek da û îro berpirsiyariya êrişê li xwe girt.

Tirkiye piştî vê êrişê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Li gorî agahiyên çavkaniyên Rêveberiya Xweser, di êrişên pêr de 4 sivîlan canê xwe ji dest daye ku yek ji wan zarok e.

Her wiha 15 kes jî birîndar bûne ku 3 ji wan endamên hêzên ewlehiyê ne.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirkiyeyê ji asman û bejahiyê ve bi balafirên şer, balafirên şer ên bêmirov û çekên giran êrişî Til Rifet, Til Temir, Qamişlo, Kobanî û Minbicê kiriye.

Artêşa Tirkiyeyê doh bi şev dîsa çend bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Dronên Tirkiyeyê şeva borî li Kobaniyê embareke genim û nexweşxaneyek bombebaran kir.

Di bombebarana gundekî Minbicê de jî zarokekî canê xwe ji dest da.

Şeva borî artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê gundê Beniyeyê yê Minbicê topbaran kir.

Di encama topbaranê de zarokekî canê xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.

Di êrişa droneke Tirkiyeyê ya li dijî embara genim a gundê Roviyê yê bajarê Kobaniyê de 7 karker birîndar bûn.

Di heman demê de droneke Tirkiyeyê Nexweşxaneya Emelê ya li navenda Kobaniyê yê Kantona Firatê bombebaran kir.

Artêşa Tirkiyeyê her wiha bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê jî bombebaran kir û 3 endamên YBŞyê canê xwe ji dest da.