Îsraîlê bersiveke tund da Erdogan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çand û Werzişê yê Îsraîlê Miki Zohar li ser gotinên Erdogan ên derbarê Hemasê de got, "Êdî dem hatiye ku em têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve hesab bikin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê, di civîna Koma AK Partiyê de axivî.

Erdogan rexneyên tund li Îsraîlê girtin û ragihand, “Îsraîl wekî rêxistinekê tevdigere.”

“Rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye”

Erdogan di axaftina xwe de behsa şerê Xezeyê kir û got:

“Hemû welatên Rojavayî civiyan û wan Hemas wekî rêxistineke terorî pênase kir. Hemas ne rêxistineke terorî ye, rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye.”

“Erdogan piştgiriya terorê dike”

Wezîrê Çand û Werzişê yê Îsraîlê Miki Zohar van gotinên Erdogan bi awayekî tund rexne kir û wiha got:

“Erdogan piştgiriya terorê dike. Dem hatiye ku em têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve hesab bikin”