Du welatên din Hizbullaha Lubnanê dixin lîsteya terorê

25-10-2020
RÛDAW
Nîşan Hizbullaha Lubnanê Estonya Guatemala Lîsteya Terorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Estonya li Ewropayê û Guatemala li Amerîkaya Naverast, Hizbullaha Lubnanê xistin lîsteya terorê û Amerîkayê jî destxweşî li wan kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Estonyayê ji Ewropayê peyameke bihêz şand, Hizbullaha Lubnanê li ser axa xwe qedexe kir, ji ber ew grûp li ser asayîşa Estonya û hevbeşên navdewletî gef e.

Guatemala jî pêngaveke bi heman awayî avêt, Hizbullaha Lubnanê wek rêxistineke terorîst nasand û Amerîka dibêje, ev jî girîng e bo rêgirtin li êrîşên terorîstî yên wê partiyê û qutkirina çavkaniyên wê yên darayî li seranserê cîhanê. Di dema yek sala derbasbûyî de ji xeynî Estonya û Guatemala, Almanya, Lîtvanya, Kosova û Sîrbiya jî Hizbullaha Lubnanê xistine lîsteya terorê.

Hizbullaha Lubnanê sala 1982an hatiye damezrandin, partiyeke siyasî û grûpeke çekdar a îslamî ya Şîe ye li Lubnanê, piştî mirina Ebas Mûsewî di sala 1992an de, Hesen Nesrullah bûye sekreterê giştî yê wê partiyê.

Dostên herî xuya yên Hizbullahê ji Îran, Sûriye, hinek grûpên çekdar ên Şîe li Iraqê û Yemen û Afganîstanê pêk tên. Lê neyarên wê jî zêde ne, wek Amerîka, Îsraîl, Kanada, Siûdiye, Bahreyn, Brîtanya û hejmarek welatên din ên Ewropa û Amerîkayê.

Heta niha 22 welat û rêxistinên navdewletî Hizbullaha Lubnanê xistine lîsteya terorê, ew partî bi çendîn kiryarên terorîstî tê tohmetbarkirin, ya herî xwiya terorkirina Serokwezîrê Berê yê Lubnanê Refîq Herîrî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst