Amerîka 30 tankên Abrams û 500 leşkeran dişîne Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyan Pentagon amadekariyan dike 500 serbaz û herwiha 30 tankên Abrams jî di nav de hejmareke zêde ya çekên giran bişîne başur rojhilatê Sûriyê ji bo parastina bîrên petrolê.

Senatorê Komarî yê amerîkî Lindsey Graham aşkere kir ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji bo parastina bîrên petrol li bakur rojhilatê Sûriyê di nav amadekariyan de ye.

Li Koşka Spî bi beşdariya Sererkanê Artêşa Amerîkayê Mike Milley û 10 senatoran ku Graham jî yek ji wan bû, brifîngek hat encamdan û derbarê rewşa Rojava û planên Amerîkayê de Graham pirsên rojnamevanan bersivandin.

Wî senatorê amerîkî got ku pêwîst e ew bîrên petrolê yên li Sûriyê bên parastin û diyar kir, “Sererkan Milley ji bo ku ew bîrên petrolê yên li Sûriyê nekevin destê DAIŞ û Îranê planekê amade dikin.”

Lindsey Graham derbarê wê plana Amerîkayê de zanyariy ên berfireh belav nekirin, lêbelê li gor nûçeyên di medya Amerîkayê de ji bo parastina bîrên petrolê yên li bakur rojhilatê Sûriyê, Pentagon amadekariyan dike lîwayeke zirhî ku ji çekên giran, 30 tankên Abrams û 500 serbazan pêk tê bişîne.

Rojnameya Wall Street Journal li ser zarê berpirserkî leşkerî aşkere kiriye, “Şandina wan serbazan bo parastina bîrên petrolê û rêgirtin li ber zêdebûna hejmûna Rûsyayê li navçeyê û bidawîanîne bi binpêkariyên Tirkiyê û zîndînebûna DAIŞê ye.”

Ev biryara Washingtonê weke paş ve gav avêtinek ji helwesta berî niha ya berpirsên rêveberiya Koşka Spî û Serokê Amerîkayê Donald Trump tê pênasekirin ku berî niha digotin ew dê hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekişin. Herwiha şandina wê hêza amerîkî bo Sûriyê di encama fişara beşek ji senatoran hatiye wergirtin.

Rojnameya New York Timesê jî belav kiriye ku şandina wê hêza amerîkî bo bidawîanîna şer e li navçeyê ku li gor wê rojnameyê ji ber biryara Serokê Amerîkayê niha li bakur rojhilatê Sûriyê agirê şer hatiye vêxistin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper jî îro bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ew dê hejmareke serbaz û wesayîtên leşkerî bişînin wan navçeyên bîrên petrolê ku niha li jêr desthilata HSDê ne ji bo rê nedin bikevin destê grûpên çekdar û rêxistina DAIŞê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî berî niha diyar kiribû ku ew dê hejmareke serbazên amerîkî  ji bo parastina bîrên petrolê li gel şervanên HSDê li bakur rojhilatê Sûriyê bihêlin.

Şandina wê hêza Amerîkayê bo parastina bîrên petrolê li bakur rojhilatê Sûriyê di demekê de ye ku di çend rojên derbasbûyî de dawîn karwanê  hêzên amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî nav xaka Başurê Kurdistanê bûbû.

Li bakur rojhilatê Sûriyê hejmareke zêde ya bîrên petrolê hene, piştî vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji wê navçeyê metirsî heye ew dever û bîrên petrolê ji aliyê grûpên çekdar û DAIŞê ve bên kontrol kirin û Amerîka jî ji bo rêlibertina vê yekê di nav hewldan û amadekariyan de ye.