Mihemed bin Selman û Erdogan li ser mijara Xaşiqcî axivîn

25-10-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Erebistana Siûdiye Şahzade Mihemed bin Selman Cemal Xaşiqcî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Şahzadeyê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman piştî bûyera kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî bo yekem car di pêwnediyeke telefonî de bi hev re axivîn.

 

Piştî derbasbûna 20 rojan bi ser bûyera kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî li nav avahiya konsulxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê, Şahzade Muhemed bin Selman û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo cara yekem duh Çarşembî 24ê Cotmeha 2018ê pêwnediyeke telefonî encam dan.

 

Li gorî medyayên Tirkiyê, çavkaniyên ji serokomariya wî welatî ragihandine, ku ew pêwnediya telefonî li ser daxwaza Şahzededyê Siûdî Mihemed bin Selman hatiye encamdan.

 

Li gorî agahiyan, di vê pêwendiya telefonî de Edogan û bin Selman li ser mijara Cemal Xaşiqcî axivîne û herdu aliyan tekezî li ser “hevkarî û hewldanên hevbeş bo zelalkirina hûrgiliyên cinayeta kuştina Cemal Xaşiqcî û di vê çarçoveê de avêtina pêngavên pêwîst, kirine.”

 

Herwiha çavkaniyên serokomariya Tirkiyê dane xuyakirin, ku Mihemed bin Selman di vê pêwendiya telefonî de ji Erdogan re gotiye, “yên ku ji cinayeta kuştina Xaşiqcî de berpirs in, dê werin cezakirin û pêwendiyên me yên li gel Tirkiyê dê xirab nebin.”

 

Pêştir di 15ê Cotmehê de jî Şahê Siûdiyê Şah Selman û Serokomarê Tirkiyê Erdogan li ser heman mijarê di pêwendiyeke telefonî de bi hev re axivîbûn.

 

Serokomarê Tirkiyê pêr Sêşembiyê di civîna fraksyona partiya xwe de li parlamentoya wî welatî li ser mijara kuştina Cemal Xaşiqcî daxuyanî dabû û gotibû, ku li gorî zanyariyên ber destê wan kuştina Xaşiqcî plankirî bûye û tîmeke taybet ji Siûdiyê ve bo vê mebestê çûbûne Tirkiyê.

 

Erdogan di vê daxuyaniya xwe de herwiha daxwaz kir, ku 18 rayedarên Siûdî yên ku ji aliyê hikûmeta Siûdiyê ve li ser mijara kuştina Xaşiqcî ji kar hatine dûrxistin û hatine girtin, li Tirkiyê bêne darizandin.

 

Rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî roja 2ê Cotmeha 2018 piştî ku serdana Konsulxaneya Erebistana Siûdiyê ya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê kir, diyar nema û ti agahî derbarê wî de nehatin zanîn. 


Piştî windabûna wî bo dema çend rojan, dengoya kuştina wî ji aliyê rayedarên Siûdî di nava avahiya konsulxaneyê de belav bû û gelek welatan nîgeraniya xwe ji wê bûyerê nîşan da, lê belê Erebistana Siûdiyê red dikir, ku Xaşiqcî li nav avahiya konsulxaneyê hatibe kuştin û rayedarên wî welatî digotin, ku Xaşiqcî piştî serdanê ji konsulxaneyê derketiye û wan ti agahî li ser çarenûsa wî rojnamevanî nîne.

 

Lê belê piştî berfirehbûna bertekên cîhanî û daxwaza welatên mezin ên cîhanê yên weke Amerîka, Fransa, Almanya, Îtaliya û Brîtanya, Erebistana Siûdiyê roja 21ê Cotmehê bi awayekê fermî piştrast kir, ku Cemal Xaşiqcî hatiye kuştin. Hikûmeta Siûdiyê ragihand, ku Xaşiqcî di pevçûnekê de li nav avahiya konsulxaneya wî welatî ya li Stenbolê hatiye kuştin, lê belê bi ti awayî amaje bi termê wî rojnamevanî nekiriye.

 

Xaşiqcî dema salekê bû ku li Amerîkayê akincî bibû û di rojnameya Washington Postê de gotar dinivîsand. Piştî destpêkirina proseya desteserkirina beşek ji bazirgan û kesên naskirî yên Siûdiyê di sala bihorî de, Xaşiqcî venegeriya Siûdiyê û ji Amerîka ve rexne li siyaseta Riyazê û bi taybet jî li Mihemed bin Selman, şahzadeyê cîgir ê Siûdiyê digirt.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst