Tirkiye, Îran û Rûsya li ser komîteya destûra Sûriyê rêkevtin

25-10-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran û Rûsya Sûriye Komîteya destûr Krîza Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye, Îran û Rûsya li ser wê yekê rêkevtine ku li gel nûnerê Netewên Yekgirtî yê ji bo karûbarên Sûriyê, bi awayekî hevaheng karên pêkanîna komîteya destûra Sûriyê pêşde bibin.

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, ku cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi armanca gotûbêjkirina mijara destûra nû ya Sûriyê, li Moskowê civiyane.

 

Di wê daxûyaniyê de hatiye, di çarçoveya biryarên ku li kongreya Soçî de hatine wergirtin, behsa destpêkirina karûbarên pêkanîna komîteya destûra Sûriyê hatiye kirin û Tirkiye, Rûsya û Îran li ser wê yekê rêkevtine ku li gel nûnerê Netewên Yekgirtî yê taybet ji bo krîza Sûriyê bicivin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku her sê welatan tekezî li ser wê yekê kirine, ku bi nûnerê Netewên Yekgirtî yê taybet ji bo krîza Sûriyê re hemaheng bin û lezê bidin karên pêkanîna komîteya destûra nû ya Sûriyê.

 

Di civîna Moskowê de, di civînê de li ser navê Tirkiyê cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê Sedat Onal, li ser navê Rûsyayê cîgirê wezîrê derve yê wî welatî Sergey Verşinin û li ser navê Îranê jî cîgirê wezîrê derve yê wî welatî Husêyn Cabir Ensarî  amade bibûn.

 

Her sê welatên Rûsya, Tirkiye û Îran ji derveyê civînên Cinêvê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, bi hevahengiya hev hevdîtinên Astana birêve dibin û her di çarçoveya wan hevdîtinan de weke welatên garantor di krîza Sûriyê de tên naskirin.

 

Mijara pêkanîna komîteya destûra Sûriyê jî her di berdewamiya hevdîtinên Astana de, di navbera her sê welatan de rêkevtin li ser hate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst